Parêzer Xalid Omer: Axaftina bi telefonê bi armanca kêmkirina bertekên gel e

Parêzer Xalid Omer diyar kir ku axaftina bi telefonê hewldaneke dewleta Tirk a ji bo kêmkirina nerazîbûna gel e û got “Divê tecrîd bi yekcarî ji holê bê rakirin û birêz Abdullah Ocalan bi parêzer û malbata xwe re rû bi rû hevdîtinê bike."

Parêzer Xalid Omer: Axaftina bi telefonê bi armanca kêmkirina bertekên gel e
30 adar, 2021   06:18
NAVENDA NÛÇEYAN- ZANA DENÎZ

Rêber Abdullah Ocalan 22 sal e li Girtîgeha Îmraliyê di nava tecrîdeke giran de ye. Piştî axaftina bi telefona ya di 27'ê Nîsana 2020'an de, 25'ê Adarê roja pêncşemê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re hevdîtineke telefonê kiribû. Dema ku rêber Abdullah Ocalan axaftina xwe didomand, pêwendiya telefonê hatibû qutkirin.

Rêber Abdullah Ocalan di hevdîtina kin a li gel birayê xwe de gotibû ku hevdîtineke bi vî rengî gelekî şaş û xeternak e û gotibû “Heke hevdîtinek çêbe, divê bi parêzeran re çêbe.”

Endamê Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê Parêzer Xalid Omer axaftina bi telefonê ya kurt a Mehmet Ocalan a bi birayê wî rêber Abdullah Ocalan re ji ANHA'yê re nirxand.

‘ÊRIŞEKE LI SER MAFÊN RÊBER APO YE’

Parêzer Xalid Omer îşaret pê kir ku qutkirina telefonê asta bêhiqûqiyê nîşan dide û got: "Qutkirina telefonê bêhiqûqiya ku derketiye holê, radixe pêş çavan. Bêtehemûliya vê telefonê êrişa li dijî mafên rêber Apo ye. Di ser telefona dawîn a birêz Abdullah Ocalan a bi malbata xwe re salek derbas bû. Heta wê demê tecrîdê dewam kir. Hevdîtina wî ya rû bi rû ya bi parêzerên xwe re di sala 2019 'an de pêk hat. Di nava 2 salan de nekariye bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Ev hemû kiryarên li derveyî hiqûqê ne û êrişa li ser mafên girtiyan e."

Omer got astengkirina van mafan, rê li ber bêhiqûqiyeke mezintir vekiriye û destnîşan kir ku divê rêber Abdullah Ocalan ji qanûnên navneteweyî yên ji girtiyan re tên dayîn, sûdê wergire û wiha dewam kir: "Mafê girtiyan e ku 15 rojan an jî mehê carekê parêzerên xwe rû bi rû bibînin. Dîsa astengkirina hevdîtinên malbatê ne qanûnî ye. Li aliyê din, di pêwendiyên telefonê de divê tu kes bi girtiyan re tune be û axaftina bi malbata xwe re neyê qeydkirin."

Parêzer Xalid Omer diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê li dijî mafên mirovan e û got:  "Dewleta Tirk bi vê tecrîdê armanc dike ku rêber Apo û gel biçewisîne. Ev tecrîda domdar berdewama Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ye. Rêber Apo 22 sal e li zindana Îmraliyê tê girtin. Li gorî qanûnan li hemû cîhanê divê girtîyek ji 20 salan zêdetir bê berdan. Dewleta Tirk û hêzên ku di vê komployê de cih girtiye tu niyeteke wan a serbestberdana rêber Apo nîn e. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û saziyên din ên mafên mirovan ên navneteweyî di bin barekî mezin de ne. Divê li dijî tecrîda dewleta Tirk a li ser rêber Apo rola xwe bi cih bînin."

‘RÊBER APO ÎŞARET BI BÊHIQÛQIYÊ KIR’

Parêzer Xalid Omer wiha pê de çû: "Rêber Apo ev kiryarên ku di demên cuda de tê dubarekirin, wek bêhiqûqî dihesibîne. Derfetên hevdîtinên rûbirû hene. Dewleta Tirk bi van pêkutiyan hewl dide tecrîda li ser rêber Apo bi îşkenceyeke sistematik kûr bike. Wezîfeya CPT’yê ye ku vê tecrîdê bisekinîne. CPT’yê di serdana xwe ya dawîn de serdana Îmraliyê nekir. Lê di rapora xwe de piştrast kir li girtîgehê îzolasyon didome. Divê CPT rapora xwe bişopîne û gavên berbiçav biavêje. Divê CPT bi lezgînî biçe Îmraliyê û berpirsyariya xwe bi cih bîne."

Parêzer Xalid Omer di dawiyê de diyar kir ku telefona dawîn hewldaneke dewleta Tirk a ji bo kêmkirina bertekên gel e û gotinên xwe wiha bi dawî kirin: "Ji bo nerazîbûna gel kêm bibe, telefon hat kirin. Divê tecrîd ji holê bê rakirin û rêber Apo bi parêzer û malbata xwe re rû bi rû hevdîtinê bike. Divê DMME, saziyên mafên mirovan ên navneteweyî û CPT berpirsyarî û erka xwe bi cih bînin û bêhiqûqiya li Îmraliyê bi dawî bikin."

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/RAryIYZan3k" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>