Piştî du mehan ji kêmkirina rêjeya ava Firatê rewş çawa ye?

Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker para Sûriyê ji ava Firatê kêm kiriye, hîna jî rûberên berfireh ji erdên li ser qiraxên çemê Firatê zuwa ne.

Piştî du mehan ji kêmkirina rêjeya ava Firatê rewş çawa ye?
30 adar, 2021   06:14
KOBANÊ-CUMA MIHEMED

Li ser kêmkirina para Sûriyê ji rêjeya ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve 62 roj derbas bûn û rêjeya ava ku tê berdan di saniyê de bûye kêmî 200 metrekab, ku li gorî peymaneke berê di navbera Sûriyê û dewleta Tirk de diviyabû di saniyê de 500 metrekab bûya.

Bandorên kêmkirina para Sûriyê ji ava çemê Firatê bi lez diyar bûn, rêjeya ava her 3 bendavên li ser çemê Firatê yê Bakurê Sûriyê kêm bû. Pê re jî li kêleka her du qiraxên çem yên di nava erda Sûriyê de bi bi sedan metre erd zuwa bûn û li gelek qadên jiyanê aloziyên mezin derketin.

Qadên herî zêde ji ber kêmbûna rêjeya avê bandor bûne, kehrebe ye. Saetên kehrebeyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kêm bûn û di rojê de gihaşt 8 saetan. Lê belê li hin bajaran kehrebe digihêje 12 saetan, ku beriya kêmkirina rêjeya avê digihaşt 20 saetan.

Kêmbûna rêjeya avê bandoreke neynî li cotkarên li dordora ava Firatê dike, ji ber ku bi hezaran hektar bi ava Firatê av didin. Kêmbûna avê gefan li mewsima çandiniyê ya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe.

Rêveberê Giştî yê Bendava Tişrînê ku duyemîn mezintirîn bendavên li Sûriyê ye, Mihemed Terbûş têkildarî mijarê wiha axivî: “Rêjeya ava tê berdan di saniyekê de di navbera 200 heta 220 metrekab e û ger mehekê bi vî awayekî berdewam bike, dê nikaribin kehrebe bidin. Ji ber ku ew ê tedbîrên nû bigirin da ku ava vexwarinê qut nebe, parên çandiniyê yên ji ava bendavê jî were parastin."

Li gorî Mihemed Terbûş, ji ber kêmkirina rêjeya ava Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve ava bendava Tişînê zêdetirî 4 metreyan kêm bûye, li gola bendava Firatê jî av zêdetirî 3 metreyan ji kêm bûye.

Li hemberî kêmkirina avê ji aliyê dewleta Tirk ve, civaka navneteweyî, dest û rêxistinên navneteweyî yên têkildar ji bo ku zextê li dewleta Tirk bikin û ava Firatê bê berdan, neketin tevgerê. Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bang li civaka navneteweyî dikin ku li hemberî destdirêjiya dewleta Tirk li mafên gelê Sûriyê helwesteke cidî nîşan bidin.

Di dîmenê li jêr hatiye parvekirin de, diyar dibe ku ava Firatê bi sedan metreyan kêm bûye û gelek kesan ev yek wekî “karesat” bi nav kir.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/FDShSxO7xcc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>