ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-03-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-03-2021
29 adar, 2021   23:00

- Penaberên iraqî yên li kampa Holê dimînin gotin, operasyona ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn li kampê daye destpêkirin, ji bo rûniştandina ewlehiyê gelek pêwîst bû. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rûspiyê eşîra El-Hewes got dewleta Tirk û Rûsya bi rêya girtina  dergehan û qutkirina ava Firatê, dixwazin gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê birçî bike, lê eşîr li hemberî van planan hişyar in û li kêleke QSD`ê disekinin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Parêzer Xalid Omer diyar kir ku axaftina bi telefonê hewldaneke dewleta Tirk a ji bo kêmkirina nerazîbûna gel e û got “Divê tecrîd bi yekcarî ji holê bê rakirin û birêz Abdullah Ocalan bi parêzer û malbata xwe re rû bi rû hevdîtinê bike."

- Ji ber dewleta Tirk a dagirker rêjeya ava Firatê ya ji erda Sûriyê re kêm kiriye, rûbereke berfireh ji erdên li ser keviyên ava Firastê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê zuwa ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Operasyona Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li kampa Holê ji aliyê koçberên li kampê ve bi keyfxweşî tê pêşwazîkirin. Nêrînên koçberan der barê operasyonê de ew e ku ev du roj e bi ewle dijîn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Hevserokê Yekitiya Êzidiyan a kantona Efrînê Mistefa Nibo diyar kir  ku hikumeta Iraqê li siyasetên xwe yên li ser Şengalê, destûra xwe bin pê dike û got:"Destûra Iraqê bi serê xwe ketiye destên hin partiyên Iraqê ku ji bo ajandeyên xwe bi kar tînin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Çalakiya konvendanê ya Rêveberiya Jinan a Reqayê ya ji bo eşkerekirina rewşa tenduristiya rêber Abdullah Ocalan didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Kongreya Star li navçeyên Tirbespiyê û Girkê Legê bi boneya rojbûna rêber Abdullah Ocalan semîneran organize dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Jinên siyasetmedar diyar kirin ku darizandina Çîçek Kobanê li Tirkiyê li dijî qanûnên navneteweyî ye û bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberê rexne kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

- Ciwanên herêma Cizîrê diyar kir ku kesayetên wekî rêber Abdullah Ocalan ji bo desthilatdaran xetere ne, ji ber vê yekê her tim tên hedefgirtin û teqez kir ku ew ê heta dawiyê li ser fikirên rêber Ocalan bimeşin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Mîhrîcana Şehîd Yekta Herekol a Şanoyê di roja 4'emîn de li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo didome, saet 16:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Rêveberiya kampa koçberên Girê Spî neçar ma ku ji bo pirsgirêka gola ku av li kêleka kampê têde kom dibe çareseriyeke demkî dibîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA