​​​​​​​Kurdistaniyên li Lubnanê Newroz pîroz kir

Bi hezaran kurdistaniyên li Lubnanê li naverasta paytexa Lubnanê Beyrûtê Newroza 2021`ê pîroz kir.

​​​​​​​Kurdistaniyên li Lubnanê Newroz pîroz kir
​​​​​​​Kurdistaniyên li Lubnanê Newroz pîroz kir
​​​​​​​Kurdistaniyên li Lubnanê Newroz pîroz kir
​​​​​​​Kurdistaniyên li Lubnanê Newroz pîroz kir
​​​​​​​Kurdistaniyên li Lubnanê Newroz pîroz kir
​​​​​​​Kurdistaniyên li Lubnanê Newroz pîroz kir
​​​​​​​Kurdistaniyên li Lubnanê Newroz pîroz kir
​​​​​​​Kurdistaniyên li Lubnanê Newroz pîroz kir
​​​​​​​Kurdistaniyên li Lubnanê Newroz pîroz kir
29 adar, 2021   19:32
BEYRÛT

Bi dirûşma"Bi rihê berxwedana Newrozê em ê dagirkeriyê têk bibin" Partiya Yekitiya Demokratîk, Kongreya Star, Weqfa Newroz a Çanda Civakî, Weqfa Jîn a Jinan li naverasta paytexta Lubnanê Beyrûtê Newroz pîroz kir.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre dayikên şehîdan agirê pêxist, dûvre koma Welatê Rojê stran pêşkêş kirin û hûnermend Nisrîn Botan, Ehmedê Xanê û Mihemed Belko stran gotin. Her wiha hûnermendê lubnanî Ridwan Qasim jî çend stran gotin, lê kêlek wê jî koma Şehîd Eylan û Koma Şehîd Rojînda dîlanên folklorîk pêşkêş kirin.

Di berdewama bernameyê de parlamantera Lubnanê Bola Yaqûban axivî û Newroz pîroz kir û got: "Destpêkê ez Newrozê li gelê Kurd û hemû gelan pîroz dikim û dibêjim tu cudabûn di navbera şêniyên lubnanî, ermenî û kurdî de tune ye. Armanca me tevan bidestxistina azadiyê ye û serokê azadiyê Abdullah Ocalan ji bîr nakin û dê ji bo azadiya rêbertî tê bikoşin."

Piştre nûnerê Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê yê Lubnanê Abduselam Ehmed axivî û diyar kir ku bê guman Newroz ji bo gelê Kurd xwedî taybetmendiyeke cuda ye, ne şahiyeke xemrevînî ye yan jî kêfxweşiya hatina biharê ye, lê belê ew sembola têkoşîn û qurban an jî berdêlê ye.

Paşê Weqfa Newroz a Çanda Civakî û Weqfa Jîn a Jinan daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de ev yek hate gotin: "Em bi navê Weqfa Newroz a Çanda Civakî û Weqfa Jîn a Jinan Newrozê, cejna azadiyê, cejna berxwedanê ya ji bo jiyana azad û birûmet li gelê xwe yê Kurd û hemû gelên herêmê pîroz dikin, em dibînin ku Newroza îsal 2021`ê careke din nêrîneke stratejîk derdixe holê ku isbata girîngiya jiyana hevbeş a di navbera gelê herêmê de dike, çi Kurd be çi jî Ereb, Ermen û Suryan be, her wiha di navbera hemû nasname, çand û neteweyên li herêmên resen de yên ku di dîrokê de dayika mirovahiyê ne, em jî bi rêya xwe tev li vê nêrînê dibin ku tekane rêya xwe nas kirin û pê re gelê herêmê bigihînin rêya aştî û aramiyê."

Bi boneya Newrozê gelek peymanên pîrozbahiyê hatin, ji wan Partiya Komunîst a Lubnanê, Partiya Sûrî ya Neteweyî ya Civakî û Meclisa Jinan a Lubnanê. Hemû peymanan jî Newroz li gel pîroz kir û hêvî kir ku sala nû sala aştî, pêşketina Lubnanê û hemû cîhanê be.

(eh)

ANHA