Penaberên iraqî: Operasyona Mirovî û Ewlehiyê pêngaveke gelek pêwîst bû

Penaberên iraqî yên li kampa Holê dimînin gotin, operasyona ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn li kampê daye destpêkirin, ji bo rûniştandina ewlehiyê gelek pêwîst bû.

Penaberên iraqî: Operasyona Mirovî û Ewlehiyê pêngaveke gelek pêwîst bû
30 adar, 2021   04:29
NAVENDA NÛÇEYAN-EHMED MIHEMED

Hêzên Ewlekariya Hundirîn sibeha yekşemê operasyoneke ewlehî ya berfireh li kampa Holê bi navê Pêngava Mirovî û Ewlehiyê da destpêkirin. Operasyon bi armanca jihevxistina rêxistinbûyîna jinên DAIŞ`ê û şaneyên wê yên di nava kampê de hate destpêkirin.

Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ku li beşê yekemîn ê penaberên Iraqê dest pê kir di roja sêyemîn de li beşên din didome.

Penaberên Iraqê yên ku di kampê de dimînin, diyar kirin ku ev operasyon pêwîst e da ku rê li pêşiya bûyerên mîna kuştina bi kêrê, şewitandina konan û tirsandinê bê girtin.

Penaberê iraqî bi navê Xelef Ebûd ê ji parzgeha Neynawayê got: “Em dixwazin kamp ewle bibe û bûyerên ku tê de rû didin nemînin. Ev pêngav baş e û erênî ye.”

Ebûd diyar kir ku penaberên iraqî ji ber bûyerên ku di nav kampê de rû didin, dixwazin vegerin Iraqê û wiha domand: “Em dixwazin vegerin Iraqê û derî li pêşiya vegera şêniyan vebin. Mîna hûn dizanin rewşa kampê pir ne baş e û em hêvî dikin ku ewlehî lê peyda bibe.”

Penaberê iraqî yê bi navê Îsam Mehmûd Elî yê ji heman parêzgehê got: “Ji ber bûyer û şerê li Iraqê rû dane û dema em ji warên xwe derketin, em gelek westiyan.” 

Elî wiha pê de çû: “Em hêvî dikin ku piştî vê operasyonê ewlehî li kampê serwer bibe. Dem hatiye ku em hinekî ji bûyeran vehesin.”

Penaberê iraqî yê ji parêzgeha Musilê Mihemed Yasîn jî ji ber ne aramiya li kampê bi gilî û gazinc bû û wiha berdewam kir: “Rewşa me mîna rewşa tevahî niştecihên kampê ye. Giliya me ya tekane tunebûna ewlehiyê ye. Em dixwazin ewlehî peyda bibe û bûyerên ku di nava kampê de rû didin xilas bibin.”

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di roja yekemîn a operasyonê de 9 kes girtin. Di nav de kesên ku bi endamtiya DAIŞ`ê hatine tawanbarkirin hene ku navên wan di lîsteya lêgerînê de hebûn. Ji wan serçeteyê bi navê Ebû Esad El-Iraqî ku ev demeke dirêj di leşkerkirina kesan ji bo DAIŞ`ê de kar dike.

(şx)

ANHA