Gerînendetiya Sotemeniyê ya Tebqayê xebata belavkirina benzînê bi rêxistin kir

Ji bo hêsankirin û dabînkirina pêdiviyên şêniyan ji benzînê, Gerînendetiya Sotemeniyê ya Tebqayê kart ji şêniyan re derxist, da ku belavkirina sotemeniyê were birêxistinkirin û pêdiviyên şêniyan a benzînê were dabînkirin.

Gerînendetiya Sotemeniyê ya Tebqayê xebata belavkirina benzînê bi rêxistin kir
Gerînendetiya Sotemeniyê ya Tebqayê xebata belavkirina benzînê bi rêxistin kir
Gerînendetiya Sotemeniyê ya Tebqayê xebata belavkirina benzînê bi rêxistin kir
29 adar, 2021   16:57
TEBQA

Gerînendetiya Sotemeniyê ya Tebqayê kartên benzînê derxistin, da ku kar hêsan bibe û pêdiviyên şêniyan werin dabînkirin. Dê welatî di hefteyekê 40 lître benzîn werbigire. Bi wê re mehane benzîna erebeyên taybet dibe 160 lître û 260 lître jî ji bo erebeyên giştî. Li gel wê jî dê hin alîkarî ji bo erebeyên ku zêde benzînê xerc dikin, hebe.

Serokê Gerînendetiya Sotemeniyê ya Tebqayê Ehmed Umer wiha got: "Tedbîrên ji bo vê kartê hatine girtin, ew in ku divê ajokarê erebeyê, erebeya xwe li gel Rêveberiya Xweser hatine qeydkirin û li gorî wê kartê erebeya taybet û giştî bi der dikeve."

Umer wiha domand: "Ev kart di 27'ê Adara 2021’an de hatin derxistin, ji ber ku şênî li gorî rêza xwe tev nedigerîn û da ku bar li ser benzînxaneyê sivik bibe û aloziya qerabalixê sivik bibe. Bi wê re kar piştî derxistina van kartan baş baş bûye."

Umer wiha gotina xwe bi dawî kir: "Herêm dabeşî xetan bûye; xeta bajêr, xeta bakur û xeta rojhilat. Benzînxane jî li nava wan xetan e û parên erebeyên li her xetekê dabîn dike."

(fr)

ANHA