Li Til Hemîsê merasîma bîranîna  şehîdan

Li Til Hemîsê 138 şehîdên ku di demên cuda de di pêngavên têkbirina DAIŞ’ê şehîd bûbûn de, hatin bibîranîn.

Li Til Hemîsê merasîma bîranîna  şehîdan
Li Til Hemîsê merasîma bîranîna  şehîdan
Li Til Hemîsê merasîma bîranîna  şehîdan
Li Til Hemîsê merasîma bîranîna  şehîdan
Li Til Hemîsê merasîma bîranîna  şehîdan
Li Til Hemîsê merasîma bîranîna  şehîdan
Li Til Hemîsê merasîma bîranîna  şehîdan
Li Til Hemîsê merasîma bîranîna  şehîdan
29 adar, 2021   16:59
QAMIŞLO

Merasîmê bîranîna li navenda depoyên tovan a navçeya Til Hemîsê ya girêdayî Qamişlo bi beşdariya bi dehan malbatên şehîd û şêniyan, hate lidarxistin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, ji fermandarên QSD’ê Harûn Apoyî axivî û şehîdên ku canê xwe di oxira jiyaneke ewle û birûmet de daye, bi bîranîn.

Harûn Apoyî bang li gel kir ku pêwîstî bi xweparastin û parastina destkeftiyên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê heye û wiha got: "Divê malbatên şehîdan bi taybet û şênî bi giştî bizanin ku dijmin hewl dide li herêmên me çi bike û ji siyasetên dijmin hişyar bin û armancên şehîdan pêk bînin."

Li aliyekî din jî bi navê YPG û YPJ’ê Agirî Mardînî wiha got: "Şehîdan bedena xwe kirin pira ber bi aramî û ewlehiyê ve."

Mardînî wiha gotina xwe berdewam kir: "Piştî tevlêbûna tevahî pêkhateyan li nava YPJ û YPG’ê, divêyabû hêzeke leşkerî ji tevahî pêkhateyan bihata çêkirin û bi QSD’ê hate binavkirin. Me tevahî bajar û navçe ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin û ew têk bir."

Piştî axaftinan, sînevîzyonek li ser jiyana şehîdên ku beşdarî hemleyên li dijî çeteyên DAIŞ’ê bûne, hate pêşandan. Merasîm bi diruşmên silavkirina şehîdan bi dawî bû.

(fr)

ANHA