Hêzên ewlekariyê operasyona xwe li beşa yekemîn a kampa Holê bi dawî kir

Hêzên ewlekariyê yên beşdarî Operasyona Mirovî û Ewlehiyê bûne, operasyonên xwe yên li beşa yekemîn a kampa Holê ku penaberên ji Iraqê lê dimînin, bi dawî kir. Her wiha belgeyên 4 hezar û 86 kesên ku di vê beşê de, nû kirin. 

Hêzên ewlekariyê operasyona xwe li beşa yekemîn a kampa Holê bi dawî kir
29 adar, 2021   12:20
NAVENDA NÛÇEYAN – EHMED MIHEMED

‘Operasyona Mirovî û Ewlehiyê’ ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn di roja duyemîn de dewam dike. Operasyonê duh bi daxuyaniyeke fermî dest pê kiribû.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn îro ji saetên sibehê ve dest operasyona xwe ya li beşa yekemîn a penaberên ji Iraqê kir.

Berdevkê Fermî yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Elî Hesen teqez kir ku hêzên wan operasyonên xwe li beşa yekemîn bi dawî kiriye û dê operasyon li beşên din ên kampê dest pê bike.

Elî Hesen têkildarî pêşketinên dawîn ên operasyonê wiha got: "Hêzên me 9 kesên ku ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve dihatin xwestin, girtin ku kesê bi navê Ebû Seîd El-Iraqî jî heye. Her wiha îro hejmareke mezin ji kesên gumanbar girtin. Lêpirsîn bi wan re didome û detayên kesên hatine girtin, dê piştre bên eşkerekirin."

Hesen wiha domand: "Îro me hin alavên taybet ên DAIŞ`ê dîtin. Her wiha tuneleke ku li hundirê konekî dihat amadekirin, hate dîtin. Hin kesên ku ji aliyê şaneyan ve hatibûn birîndarkirin, jî hatin dîtin ku wan ji tirsan nikarîbûn berê xwe bidin nuqteyên me yên ewlehiyê û tenduristiyê yên li kampê."

Hesen destnîşan kir ku operasyon li gorî plana xwe didome û encamên ku dihatin xwestin pêk tên û got: “Operasyon bi awayekî pir baş didome.”

Kampa Holê ji 8 beşên sereke pêk tê, ku tê de zêdetirî 60 hezar kes ji Sûriyê, Iraqê û kesên biyanî dimînin. Kampa Holê ji xeternaktirîn kampê cîhanê ye, ji ber ku malbatên çeteyên DAIŞ`ê yên herî zêde radîkal in, tê de dijîn.

Bi operasyona ewlehiyê re li kampa Holê, aliyên ewlehiyê bingeha belgeyên kesên di kampê de dijîn, nû dike û armanca ji wê yekê ew e ku hejmar û nasnameya kesên li kampê bê diyarkirin û di pêşerojê de birêxistinkirina kampê bê hêsankirin.

Li gorî berpirsên xebatê nûnekirina belgeyan, aliyên ewlehiyê belgeyên zêdetirî 4 hezar û 86 jin, mêr û zarokên li beşa yekemîn dijîn, nû kirin. Nûkirina belgeyên şêniyên beşa yekemîn hîna dewam dike.

(bx)

ANHA