Maurer banga çareserkirina pirsgirêka kampa Holê kir

Serokê Komîteya Xaça Sor Peter Maurer banga hevkariyê li civaka navneteweyî kir da ku pirsgirêka welatiyên zêdetirî 60 dewletan ên li kampa Holê çareser bikin.

Maurer banga çareserkirina pirsgirêka kampa Holê kir
29 adar, 2021   12:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî rewşa jinan û zarokên di nava kampan de serokê Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî Peter Maurer di dawiya serdana xwe ya ji bo Sûriyê de ku 5 roj dom kir, got: “Ev bi rastî cihê ku hêvî dê tê de bemire û yek ji mezintirîn aloziyên parastina zarokan e ku em rastî wê tên.”

Maurer wiha domand: “Gelek şerm e ku civaka navneteweyî rê bide ku cihekî wiha hebe û rewş wisa bidome. Ne ku pirsgirêkek mirovî ye ku neyê çareserkirin, lê belê ji ber hebûna gelek nakokiyên siyasî, çareseriyeke mayînde asteng dibe.”

Maurer banga hevkariyê li civaka navneteweyî kir da ku pirsgirêka zêdetirî 60 welatan ên li kampa Holê çareser bikin.

Di nava kampê de ku derdora 62 hezar kes lê dimînin, zêdetirî nîvê wan zarokên sêwî ne ku di şert û mercên dijwar û xeternak de mezin dibin.

Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî bang li tevahiya dewletan kir ku berpirsyariyên xwe li hemberî welatiyên xwe yên li Holê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bînin cih, wan bi awayekî qanûnî vegerînin û rêzê ji yekitiya malbatê re bigirin û wan ji nû ve tev li civakê bikin.

Maurer behsa pirsgirkên mezin ên li Sûriyê kir û got: “Ji ber şer, pandemiya Koronayê û hilweşîna aboriya Lubnanê, gelek pirsgirêk hene, di nav de pirsgirêkên aborî. Ev yek bû aloziyeke mezin û xeternak ku zêdetirî ji sedî 80 ji niştecihên Sûriyê xizan bibin.”

Maurer wiha domand: “Mijar ne girêdayî nelihevkirineke siyasî ye. Lê belê bi dîtina çareseriyên pratîk di warên av, koalîzasyon, perwerde, tenduristî, kehrebe û qûta şêniyan ve girêdayî ye.”

(şx)