Di roja duyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê de 23 DAIŞ`î hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di roja duyemîn a Operaysona Mirovî û Ewlehiyê de li Kampa Holê, 23 çeteyên DAIŞ`ê girtin.

Di roja duyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê de 23 DAIŞ`î hatin girtin
29 adar, 2021   12:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Operasyon di roja duyemîn de dewam dike. Hêzên beşdarî operasyonê bûne duh 9 kes girtibûn û di nav de Ebû Eseed El-Iraqî ku ji endamên DAIŞ`ê bû.

Hêzên beşdarî operasyonê bûne îro 23 çeteyên din ên DAIŞ`ê girtin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn di saetên destpêkê yên îro de, tünel, cilên leşkerî û hejmareke laptopên ku tê de dosyayên têkildarî çeteyên DAIŞ`ê hene, dîtin.

ANHA