NY`yê banga desteka navneteweyî ji gelê Sûriyê re kir

Bi zêdebûna karesata mirovî li Sûriyê re NY`yê dest bi komkirina 10 milyar dolarî kir, ji bo alîkarîdayîna 24 milyon kesên li herêmê di sala 2021`an de.

NY`yê banga desteka navneteweyî ji gelê Sûriyê re kir
29 adar, 2021   11:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Di kongreya li Brukselê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de daxuyaniyek hate dayîn û tê de rayedarên navneteweyî yên di warê alîkarîdayîn û kar û barên penaberan de banga xurtkirina destekdayîna ji bo kesên li Sûriyê û kesên ku bi alîkariyên mirovî dijîn, kirin.

Di daxuyaniyê de behsa bandorên neyînî yên vîrusa koronayê li ser sivîlên xizan hate kirin. Her wiha hate diyarkirin ku gelê Sûriyê rastî mezintirîn aloziya penaberiyê li cîhanê tê.

Hate diyarkirin ku pêwîstiya 24 milyon kesên li Sûriyê û herêmê bi alîkariyên mirovî heye.

Li gorî daxuyaniyê ku destkdayîna giştî ji gelê Sûriyê û civakên ku koçberan li gel xwe dihewînin, tê xwestin ku zêdetirî 10 milyar dolar di vê salê de were peydakirin.

(bx)