Hêzên ewlekariyê 4 çeteyên DAIŞ`ê li Kampa Holê girtin

Hêzên ewlekariyê yên beşdarî operasyona “Mirovî û Ewlehiyê” ya li Kampa Holê bûne, 4 berpirsên DAIŞ`ê li kampê girtin.

Hêzên ewlekariyê 4 çeteyên DAIŞ`ê li Kampa Holê girtin
29 adar, 2021   11:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên ku hatine girtin berpirsên şaneyên DAIŞ`ê ne û berpirsên bûyerên kuştinê ne ku ji aliyê çeteyan ve pêk dihatin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, çeteyên hatine girtin ev in:

/kr/uploads/files/2021/03/29/113751_b5fba3a4-8c9f-4847-8b65-e4eb9012ef5a-copy.webp

Haşim Şelal bi navê Ebû Ekrem tê nasîn (berpirsê şaneyeke ewlehiyê ye li kampa Holê), Eqîl Resmî Hisên bi navê Ebû Mihemed tê nasîn (oldarê ‘şeriî’ çeteyên li kampê), Resûl Samî Mihemed û birayê wî Selam (her du berpirsên şaneya ‘Usama’ ne ku bûyerên kuştinê li kampê pêk dianîn.”

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/hJygqjP6ugw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>