Li gundewarên Qamişlo dê 22 hezar û 500 şitilên daran werin belavkirin

Rêveberiya Parastgeh û Daristanan projeyeke belavkirina şitlan li gundên Kantona Qamişloyê kir.

Li gundewarên Qamişlo dê 22 hezar û 500 şitilên daran werin belavkirin
29 adar, 2021   10:47
QAMIŞLO

Rêveberiya Parastgeh û Daristanan ya girêdayî Desteya Aborî û Çandiniyê ya herêma Cizîrê bi armanca derfirehkirina rûberên şînahiyê li Kantona Qamişlo projeya çandina daran ragihand.

Proje bi beşdarbûna rêveberiya çandiniyê û komîteyên wê yên Qamişlo, bi daxuyaniyekê hate ragihandin. Daxuyanî li Şitilgeha Efrîn ya li Qamişloyê, ji aliyê endamê Rêveberiya Parastgeh û Daristanan ya Qamişlo Luqman Bedir ve hat xwendin.

Bedir diyar kir ku ew ê 22 hezar û 500 dar li gundewarên Kantona Qamişloyê belav bikin û wiha domand: "Porjeya me wê di nava 5 salan de bi gelek qonaxan dewam bike."

15 GUNDÊN KÊMDAR

Bedir da zanîn ku ji sala 2020`an ve amadekariya xwe ji bo belavkirin daran dikin.

Bedir destnîşan kir ku wan ji bo her navçeyeke Qamişloyê, 15 gundên kêmdar hilbijartine.

Her wiha endamê Rêveberiya Parastgeh û Daristanan Luqman Bedir da xuyakirin ku şitilên daran ku dê werin belavkirin, du cure ne; darên berhemdar û yên bê berhem û wiha got: "Yên berhemdar Zeytûn, Hinar, Mişmiş, Behîv, Fisteq, Menga, Çeftelî, Xox û Xurme û gelek cureyên din yên bê berhem in."

Tê payîn ku belavkirina şitilan li ser gundên Kantona Qamişlo 7 heta 8 rojan dewam bike.

(sb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/zIKjepVQkaI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>