Parêzeran ji bo hevdîtina bi rêbertî re serlêdan kirin

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo hevîdtina bi muwekîlê xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Parêzeran ji bo hevdîtina bi rêbertî re serlêdan kirin
29 adar, 2021   10:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan, Raziye Ozturk, Nevroz Ûysal, Mazlûm Dînç û Îbrahîm Bîlmez ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Herî dawî 25'ê Adarê rêber Abdullah Ocalan karîbû bi rêya telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re biaxive, lê belê ev axaftin nîvco ma û telefon hatibû birîn.