Şêniyên Dêrikê sersaxî da malbata şehîd Mezlûm Efrîn

Bi sedan şêniyên Dêrikê û navçeyên wê sersaxî da malbata şehîd Mezlûm Efrîn ku di bombarana dewleta Tirk a dagirker a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bûbû.

Şêniyên Dêrikê sersaxî da malbata şehîd Mezlûm Efrîn
Şêniyên Dêrikê sersaxî da malbata şehîd Mezlûm Efrîn
Şêniyên Dêrikê sersaxî da malbata şehîd Mezlûm Efrîn
Şêniyên Dêrikê sersaxî da malbata şehîd Mezlûm Efrîn
29 adar, 2021   11:14
 QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên Dêrikê û navçeyên wê berê xwe da Navenda Şehîd Bawer a Ciwanan da ku sersaxiyê bidin malbata şehîd Mihemed Ebdo (Mezlûm Efrîn).

Qada Navenda Şehîd Bawer bi wêneyên şehîdan û al û sembolên kurdî hate xemilandin. Di merasîma sersaxiyê de, endamê rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Heqî Botan axivî û di şexsê şehîd Mezlûm de hemû şehîdên tevgera rizgariya Kurdistanê û şehîdên berxwedana Garê bi bîr anîn.

Heqî Botan diyar kir ku şehîd Mezlûm Efrîn li ser fikrê tevgera rizgariya Kurdistanê meşiya û gihaşt asta şehadete û bû sembolek ji sembolên şoreşa Rojava.

Endama rêveber a Kongreya Star a Dêrikê Zulfe Bidûr jî wiha axivî: “Em ji vê derê bang li mirovahiyê û rêxistinên hiqûqî dikin ku li hemberî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan helwesta xwe diyar bikin.”

Bi navê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) jî Xelîl Behro axivî û diyar kir ku hefteya dawîn ji meha Adarê bi Hefteya Lehengiyê tê nasîn û wiha lê zêde kir: “Şehîd Mezlûm Efrîn şehadeta Mazlûm Dogan anî bîra min ku bû meşaleyeke azadiyê. Şehadeta Mazlûm Dogan li girtîgeha Amedê derbe li dewleta Tirk a faşîst xist û moral da gelên herêmê.”

Bi navê meclisa navçeya Til Koçerê jî Salih El-Keno wiha axivî: “Fikrê Rêveberiya Xweser ku li ser azadî û demokrasiyê ye, li ser sîstemên faşîst xetere ye.”

Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Dêrikê Mehmûd Ehmed wesîqeya şehîd Mezlûm Efrîn xwend û radestî malbata wî kir.

Bi navê malbata şehîd Mezlûm jî Qasim Ebdo axivî û soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna armancên wan da.

(cx)

ANHA