Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 101 kesên din bi vîrusa koronayê ketin

Îro Desteya Tenduristiyê ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 101 kesên din bi vîrusa koronayê (Covid-19) ketine û 3 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 101 kesên din bi vîrusa koronayê ketin
29 adar, 2021   10:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Komîteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku kesên jiyana xwe ji dest dane, 2 jin in û mêrekî ji Qamişloyê ne.

Mistefa piştrast kir ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 101 kesên din bi koronayê ketine, ew jî 43 mêr in û 58 jin in û li van herêman in:

Hesekê: 21
Qamişlo: 44
Dêrik: 14
Dirbêsiyê: 2
Reqa: 9
Girkê Legê: 5
Amûdê: 3
Şehba: 3

Ciwan Mistefa her wiha diyar kir ku 7 nexweş baş bûne.

Bi van daneyan, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha 9 hezar û 766 kes bi vîrusa koronayê ketine, ji wan 372 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar û 300 kes baş bûne.

(cx)