Dewleta Tirk 50 kûçik berdan nava gundên Dirbêsiyê û Amûdê

Vê sibehê dagirkeriya Tirk ji dergeha Bab Xerzê ya sînorî kûçikên har berdan nava gundên navçeyên Dirbêsiyê û Amûdê.

Dewleta Tirk 50 kûçik berdan nava gundên Dirbêsiyê û Amûdê
29 adar, 2021   09:45
 HESEKÊ

Îro saet di 05:30’an de dewleta Tirk a dagirker ji dergeha Bab Xerzê ya li rojhilatê navçeya Dirbêsiyê nêzî 50 kûçikên har berdan gundên navçeyên Dirbêsiyê û Amûdê.

Şêniyan destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk bi awayekî domdar van kûçikan berdide herêmê û ew yek ji aliyê ewlehî û tenduristiyê ve xetereyê li ser wan çêdike û dibe ku nexweşiyên giran pê re hebin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev cara 5’an e ku dagirkeriya Tirk kûçikan berdide herêmê û herî dawî di 21’ê Çileyê de kûçik berdabûn herêmê.

(cx)

ANHA