Hemwextî topbarankirina ‘herêmên bêçek’ dewleta Tirk sewqiyatên nû li herêmê pêk anîn

Hêzên hikumeta Şamê hemwextî derbaskirina artêşa Tirk a dagirker sewqiyatên nû ber bi “nuqteyên çavdêriyê” yên li herêmê ve, 8 bajarokên li gundewarên Idlibê topbaran kirin.

Hemwextî topbarankirina ‘herêmên bêçek’ dewleta Tirk sewqiyatên nû li herêmê pêk anîn
29 adar, 2021   09:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Hikumeta Şamê deverên li Sifohin, Kensafra, Fitîra, Filêfil, Bînîn, derdora Bara, Riweyha, Mecdliya yên li başûr û başûrê rojhilatê Idlibê topbaran kirin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) li eniyên şer ên li Sehil El-Xab şer bi çekên giran û navîn di navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker û hêzên hikumeta Şamê de rûda.

Hemwextî topbarankirina ji aliyê hikumeta Şamê ve, dewleta Tirk a dagirker ji Lîwa Îskenderon bi rêya dergeha Kefer Lusîn a li bakurê Idlibê sewqiyatên nû ber bi “nuqteyên çavdêriyê” ve yên li Idlibê şandin ku ji 20 wesayîtên leşkerî û yên lojîstîk pêk tên.

Bi vê yekê re hejmara wesayîtên dewleta Tirk a dagirekr ên ku ji destpêka agirbesta di Adarê de derbasî Sûriyê bûne, gihaşt 8 hezar û 465 wesayîtan û derdora 10 hezar leşkerên Tirk.

(şx)