Di demeke nêz de nexweşxaneya Dil û Çav dê kadroyên xwe temam bike

Nexweşxaneya Dil û Çav barên şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sivik kir. Rêveberiya nexweşxaneyê amadekariyên temamkirina kadroyên tenduristiyê dike da ku kengî were xwestin bikaribe emeliyetên dil çêbike.

Di demeke nêz de nexweşxaneya Dil û Çav dê kadroyên xwe temam bike
Di demeke nêz de nexweşxaneya Dil û Çav dê kadroyên xwe temam bike
Di demeke nêz de nexweşxaneya Dil û Çav dê kadroyên xwe temam bike
Di demeke nêz de nexweşxaneya Dil û Çav dê kadroyên xwe temam bike
Di demeke nêz de nexweşxaneya Dil û Çav dê kadroyên xwe temam bike
Di demeke nêz de nexweşxaneya Dil û Çav dê kadroyên xwe temam bike
28 adar, 2021   09:16
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BEREKAT

Di 21`ê Çileya 2021`ê de li Nexweşxaneya Dil û  Çav yekemîn emeliyeta dil bi çavdêriya bijîşkên pispor û bi hevkariya bijîşkên ji derve çêbû, piştî wê gelek emeliyetên din hatin çêkirin.

Heta niha li nexweşxaneya ku baştirîn alavên çêkirina îtalî û almanî lê hene, 13 emeliyet hatin çêkirine, ji wan emeliyeta zaroka 12 salî ku  bi awayekî serkeftî derbas bû.

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 21`ê Çileya 2019`an Nexweşxaneya Dil û Çav li bajarê Qamişlo vekir, ev nexweşxane ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê  ya yekemîn e.

Nexweşxane ji 3 qadan pêk tê, qata yekem ji bo destwerdana lezgîn e, ya jêrî ji bo taqîgeha eşia (Radyasyon), rewşên awarte, tebeqî mihwerî (CT scan) û kilînîkan, qata duyem jî ya beşa dil, emeliyetên qestera, emeliyetên dil û ddeyên lênihêrîna giran û qata jor ji bo emeliyetên çav e.

Dema ku mirov derbasî nexweşxaneyê dibe, pîvanên tibiyê yên baş û bilind, ji paqijiyê bigire û heta bi alavên pêşketî, textên nexweşan û asta elaqeya kadoryan bi nexweşan bala wî dikşîne.

Nexweşxaneya Dil û Çav ji bo gelê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sivikbarî ye, nexasim ku lêçûna emeliyetan û rêwîtiya derve ya ji bo çêkirina emeliyetên dil li ser wan sivik kir.

CIHÊWAZIYEKE MADÎ DIYARKER HEYE

Mihemed Şêx Mihemed li nexweşxaneya Dil û Çav emeliya dil çêki, spasiya bijîşkên li nexweşxaneyê. Mihemed Şêx Mihemed da zanîn ku cihêwaziyeke diyarker di navbera emeliyetên li vir û yên li derve çêdibin de, heye.

Mihemed Şêx Mihemed bal kişand ser cihêwaziya madî û azara ku nexweş ji ber rêwîtî û lêçûnê dikişîne û got:"Lêçûna çêkirina emeliyatê ya li wir li gorî herêmên din, pirr kêm e."

Mihemed  Şêx Mihemed di dawiyê de eşkere kir ku li derve  4 hezar dolar jê xwestine, lê li nexweşxaneya Dil û Çav emelî tenê hezar û 500 dolar kir.

Bijîşk Selam Hesen ê beş dil jî axivî û diyar kir ku li Nexweşxaneya Dil û Çav di nava hefteyekê de 8 emeliyetên coronal çêkirine û hemû jî bi serkeftî derbas bûn, ji wan emeliyeta dil a zarokekê bû.

Mihemed Birîm bavê zaroka ku li Nexweşxaneya Dil û Çav emeliyeta dil jê re hate çêkirin û ji şêniyên navçeya Eyn Îsayê ye got keça wî 12 salî ye û îltîhab di sînga wê de bû, di heman demê de dilê wê bi qul bû, di encamê de emeliya wê serkeftî derbas bû. Mihemed Birîm îşaret bi xizmetên ku nexweşxaneyê ji wan re pêşkêş kirine kir û got :"Baştirîn xizmet ji nexweşan re pêşkêş  dikin." 

CUREYÊN EMELIYATAN

Alîkarê bijîşkê emeliyetên dil li nexweşxaneya Dil û Çav Dr.Diyar Reşo diyar kir ku pirraniya emeliyatên ku li nexweşxaneyê têne çêkirin ên nexweşiyê zikmakî, guhartina rehên dil û coronal in û got: "Ji emeliyetên ku hatine çêkirin ya welatiyeke 55 salî bû ku zehmetiya Coronary failure dikişand, lê niha rewşa wê baş bûye."

Berpirsê beşa Nodariya Dil a li nexweşxaneya Dil û Çav Dr. Şoreş Mûsa destnîşan kir ku heta niha li nexweşxaneyê 13 emeliyatên dil  hatine çêkirin û hemû bi serkeftî bûn.

Dr. Şoreş Mûsa bal kişand ser girîngî û sûdmendiya mezin a ji gelê herêmê re û  got: "Sûdmendiya yekem di çareserkirina pirsgirêkên rêwîtiyê û lêçûnê de ye ya duyemîn jî li hemberî herêmên din ên Sûriyê û heta yên derve jî, emelîyet bi nirxekî kêm çêdibe."

Dr. Şoreş Mûsa destnîşan kir ku wan bijîşik ji derve xwestine û got: "Ji ber ku pêwîstiya kadroyên tenduristiyê yên emeliyetên dil bi kesên pispor heye, ya yekemîn pisporên dilê çêkirî û ya duyem jî ji bo razanê."

Dr. Şoreş Mûsa di ev li axaftina xwe zêde kir:"Rêveberiya nexweşxaneyê heta niha hewl dide kadroyên tenduristiyê temam bike, beşa dilê çêkirî û benckirinê hene û di nêzîktirîn dem de jî dê kadroyên tenduristiyê yên li nexweşxaneyê temam bibin."

Sedema sereke ya nebûna pisporên dilê çêkirî û benckirinê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ew e ku beriya niha li herêmê nexweşxaneyên pispor ên ji bo nojdariya dil tune ne.

Heger taximê tibî yê nojdariya dil temam bibe, dê nexweşxaneya Dil û Çav her tim emeliyatan ji nexweşan re çêkin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/quHMlN8Kl8Q" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>