Operasyona Mirovî û Ewlehiyê li kampa Holê… Bi wêne û dîmen

Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo bêbandorkirina şaneyên DAIŞ`ê li kampa Holê dabû destpêkirin, berdewam dike, di wê derbarê de nûçegihanê me wêne û dîmenên çawaniya rêveçûna operasyonê û beşdarbûna hêzên parastinê wergirtin.

Operasyona Mirovî û Ewlehiyê li kampa Holê… Bi wêne û dîmen
Operasyona Mirovî û Ewlehiyê li kampa Holê… Bi wêne û dîmen
Operasyona Mirovî û Ewlehiyê li kampa Holê… Bi wêne û dîmen
Operasyona Mirovî û Ewlehiyê li kampa Holê… Bi wêne û dîmen
Operasyona Mirovî û Ewlehiyê li kampa Holê… Bi wêne û dîmen
28 adar, 2021   09:28
HESEKÊ

Hêzên ewlekariyê îro li kampa Holê daxuyaniyeke çapemeniyê da raya giştî. Daxuyanî ji aliyê berdevkê fermî yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Elî El-Hesen ve hate xwendin û Berdevkê Fermî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Kîno Gabrîel, berdevkê fermî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd û endama Fermandariya Giştî ya Meclisa Herêma Cizîrê Evînar Dêrik beşdarî daxuyaniyê bûn.

Nûçegihanê me ku hemleyê dişopîne, wêne û dîmenên çawaniya rêveçûna hemleyê û rola Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hênzên leşkerî ku beşdarî operasyona li dijî dawîkirina DAIŞ`ê li kampa Holê, bûne wergirtin.

Nûçegihanê me ku agahiyên xwe dispêre berpirsyarekî ewlekariyê, ragihandibû ku 6 hezar endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Sûriya Demokratîk, Yekîneyên Parastina Jin û Yekîneyên Parastina Gel beşdarî operasyonê bûne.

ANHA