PJAK’ê nasnameyên 2 gerîlayên xwe eşkere kir

PJAK’ê nasnameyên du gerîlayên ku di encama komployek hêzên rejîma Îranê de li herêma Çem Şilêr ya Pênciwênê şehîd bûne, eşkere kir.

PJAK’ê nasnameyên 2 gerîlayên xwe eşkere kir
28 adar, 2021   08:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokatiya Partiya Jiyana Azad ya Kurdistanê bi daxuyaniyek nivîskî nasnameya dû gerîlayên ku li Herêma Çem Şilêr ya ser bi bajarê Pênciwên ya ser bi Silêmaniyê şehîd bûne, eşkere kir. PJAK’ê di daxuyaniya xwe de ragihand ku hevalê Zagros Manî û Şewger Çiya dema li ser erkê xwe yê şoreşgerî bûn, di encama komploya rejîma Îranê de hatin şehîd xistin.

Di daxuyaniya PJAK’ê hate gotin; “2 kes bi armanca dîtina komek hevalên me, serdana Herêma Çem Şilêr dikin. Ev du kesên kirêger, bi pîlanek berê hatî amadekirin, diçin gel hevalên me û dema firsetê dibînin pîlana xwe pêktînin. Di encamê de 4’ê Sibata 2021’an de her dû hevalên me Zagors Manî û Şewger Çiya bi şêwazek ne mirovane tên şehîd xistin. Ev bûyer carek din rûyê dij mirov yê komara dagirker ya Îslamî nîşanda.”

Nasnameya gerîlayên şehîd bûne wiha ye:

Nav û Paşnav: Mehdî Rizayî

Navê Tevgerê: Zagros Manî

Navê Dayîkê: Êzet

Navê Bav: Ehmed

Dayîkbûn: Kirmaşan

Dîroka Tevlîbûnê: 2014

Dîroka Şehadetê:  4 Sibat 2021

Nav û Paşnav: Ako Fetih

Navê Tevgerê: Şewger Çiya

Navê Dayîk: Şerafet

Navê Bav: Seîd Murad

Dayîkbûn: Sine

Dîroka Tevlîbûnê: 2018

Dîroka Şehadetê: 4 Sibat 2021

(cx)