Lêçûna hilberîna mirîşkan pêwîstiyên bazara herêmî asteng dike

Xwediyên kedîgehên mirîşkan ên herêma Cizîrê hewl didin pêwîstiya bazara herêmî bi cih bînin, lê lêçûnên xwedîkirinê li pêşiya dabînkirina goştê mirîşkan bi nirxekî guncav dibe asteng.

Lêçûna hilberîna mirîşkan pêwîstiyên bazara herêmî asteng dike
27 adar, 2021   07:10
QAMIŞLO-RÊNAS  REMO

Piştî Rêveberiya Xweser destek da koperatîfên aboriyê yên herêma Cizîrê qadên çandinî û sewalkariyê pêşketin ku stûna aboriya herêmê ye.

Hikumeta Şamê piştî 2011`an ambargoyeke bazirganiyê li ser herêmê ferz kir û ji bo kargeh, malên mirîşkan, projeyên aboriyên ên cihêwaz neyên ava kirin, ruxset nedida ji ber vê yekê welatiyên herêmê zor û zehmetî dîtin.

Piştî ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk 2014`an hate avakirin, piştgirî da koperatîfên civakî da ku xwetêrkirineke çêbibe. Di encamê de qada aborî ya herêmê pêşket, şêniyên herêmê proje vekirin û debara xwe bi hilberînên xwe yên herêmî kirin.

Di vê çarçoveyê de li navçeya Tirbespiyê xwedîkirina mirîşkan  zêde  pêş ket  û hejmara malên mirîşkan gihaşt 15 malan, ji lew re pêwîstiya herêmê ya ji goştê mirîşkan dabîn dike.

Şêniyên herêmê piştî 2011`an mirîşk ji derveyî Sûriyê yan jî ji hundirê wê dianîn, lê îro xwe dispêrin hilberînên xwe yên herêmî.

Têkildarî mijarê Ferec Etê ku li navçeya Tirbespiyê du malên wî yên mirîşkan hene got, di pêvajoya du salên derbasbûyî de hejmra malên mirîşkan zêde bûye, di encamê de bandoreke erênî li qada aborî ya herêmî kir û goşt li bazarê peyda kir.

Etê da zanîn ku bi xwedîkirina mirîşkan re zehmetiya peydakirina madeyên sereke derdikeve holê û diyar kir ku her çi qasî Rêveberiya Xweser ji bo çêçikan êm dabîn kir û miqdarê çandina garisan zêde kir, lê dîsa têrê nake ku pêwîstiya bazarê dabîn bike.

Etê diyar kir ku ev bilindbûn nahêle goşt bi nirxekî baş û li gorî karîna welatiyan were firotin, kîloya goştê ferocan bi 5 hezar lîreyên Sûriyê ye.

Ferec Etê îşaret pê kir ku hejmara mala mirîşkan ji pêwîstiya bazarê re nabe bersiv û sedema vê yekê jî ew e ku nirxê êm û çêçikan bilind e.

Her wiha Ferec Etê ji bo çareseriyê wiha got:"Çareserî anîna mirîşkên ku hêkan dikin e da ku li cem me kurk bibin û çêlikan derxin, her wiha divê rûbera erdên çandiniyê ji bo çandina garisê spî berfireh bikin, ji ber ku xwarina çêlikan a sereke garisê spî ye."

Der barê gavên ku Rêveberiya Xweser ji bo xwedanên mirîşkan avêtine de, Ferec Etê destnîşan kir ku rêveberiyê çandina garisê zer teşwîq kir û ji bo hilberîna êm a destpêkê kargehên zeytê ava kir.

Ferec Etê pêşbîn kir ku di demeke nêz de qada xwedîkirina mirîşkan pêş bikeve û di hilberînên herêmî de bibe jêdereke sereke.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/YD__6yKKpQA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>