Koma Biçûk a Koalîsyona li dijî DAIŞ'ê dê çend rojên din bicive

Wezîrên karên derve yên Koma Biçûk a Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê (Small Group) dê 30'yê Adarê bi mijara domandina zextê li ser bermahiyên DAIŞ'ê li Sûriyê û Iraqê bicivin. DYA'yê ragihand ku ew ê erka xwe yên têkbirina dawî ya DAIŞ'ê bidomîne.

Koma Biçûk a Koalîsyona li dijî DAIŞ'ê dê çend rojên din bicive
26 adar, 2021   20:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Derve ya DYA'yê bi daxuyaniyekê de ragihand: " Wezîrê Derve Anthony J. Blinken, Cîgira Serokwezîrê Belçîkayê û Wezîra Karên Derve ya Belçîkayê Sophie Wilmes dê beşdarî civîna wezîrên derve yên Koma Biçûk a Koalsyîna Navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê bibin ku dê 30'yê Adarê were lidarxistin."

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin: "Di civînê de dê rêbazên domandina zextê li ser bermahiyên DAIŞ'ê yên li Iraq û Sûriyê û têkoşîna li dijî torên rêxistinê yên li deverên din, di nav de Afrîkayê werin nîqaşkirin, her wiha dê xetên qalind ên xebatên koalîsyonê di aliyê pêkanîna ewlehiyê, çekdarên terorîst yên biyanî û fînansekirina têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de werin nixandin."

Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku Koalîsyona Navneteweyî ya ji  83 pêk tê, ku DYA'yê endamê sereke ye, dê sozên xwe yên tunekirina dayîmî ya DAIŞ'ê li tevahî deverên cîhanê bi cih bînin.