ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-03-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-03-2021
26 adar, 2021   23:00

-Çalakiya konvendanê ya Kongreya Star a li parka Arî ya taxa Siyahî ya bajarê Qamişloyê ya li dijî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan di roja 4'an de didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Lêkolînerê pisporê karûbarên komên îslamî Dr. Mistefa Emîn got: "Li gel paşguhkirina dewletan a wergirtina welatiyên xwe yên di nava DAIŞ'ê de û tunebûna piştevaniya bi Rêveberiya Xweser re, kampa Holê ji bo DAIŞ û çalakiyên wê yên pêşerojê xezîneyeke mirovî ye, divê hêzên ewlehî operasyonên berfireh pêk bînin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Berpirsê Komeleya Çandê ya Suryanî ya Sûriyê bang li tevahiya gelê herêmê û kesên bi fikirê rêber Abdullah Ocalan bawer in kir ku ji bo rêber Abdullah Ocalan bi lez berê dakevin qadan, li pêşiya navendên NY`yê û balyozxaneyên dewleta Tirk ên li dewletên Ewropa çalakiyan li dar bixin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê Meclisa Gitşî ya PYD`ê Ehmed Xoce got: Rêber Abdullah Ocalan girtîgeha Îmraliyê kiriye akademiyeke zanistî û dewleta Tirk ditirse ku ev zanist di nava gelên Rojhilata Navîn de belav bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Dêrazorê bang li civaka navneteweyî kir ku li hemberî rewşa tenduristî ya rêber Abdullah Ocalan berpirsyariyên xwe pêk bîne û got “Rêber Abdullah Ocalan fikrekî demokratîk ê rizgariyê belav dike.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Dewleta Tirk di salên borî de pêla Bihara Gelan ji bo berfirehkirina hegemoniya xwe bi kar anî. Ji bo wê yekê, komên îslama siyasî û Îxwan Muslimîn wekî amûr bi kar anîn. Tûnis jî yek ji wan welatan bû ku dewleta Tirk destwerdan lê kir. (BI WÊNE).

ÇAND Û HUNER

-Mîhrîcana Şehîd Yekta Herekol a Şanoyê ya 5'emîn li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo dest pê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Xwediyên malên mirîşkan ên herêma Cizîrê hewl didin pêwîstiya bazara herêmî bi cih bînin, lê lêçûnên xwedîkirinê li pêşiya dabînkirina goştên mirîşkan bi nirxekî guncaw dibe asteng. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA