​​​​​​​Komeleya Çandê ya Suryanî: Divê her kes ji bo rêbertî bixebite

Berpirsê Komeleya Çandê ya Suryanî ya Sûriyê bang li tevahiya gelê herêmê û kesên bi fikirê rêber Abdullah Ocalan bawer in kir ku ji bo rêber Abdullah Ocalan bi lez berê dakevin qadan, li pêşiya navendên NY`yê û balyozxaneyên dewleta Tirk ên li dewletên Ewropa çalakiyan li dar bixin.

​​​​​​​Komeleya Çandê ya Suryanî: Divê her kes ji bo rêbertî bixebite
27 adar, 2021   02:48
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BEREKAT

Rêber Abdullah Ocalan 25`ê Adarê li Serdozgeriya Komarê ya Rihayê bi rêya telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivî, peywendî çend kêliyan dirêj kir û ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hate birrîn.

Rêber Abdullah Ocalan ji beriya 22 salan ve li girtîgeha Îmraliyê di hucreya takekesî de ye û ji 27`ê Nîsana 2020`an ve tecrîdeke girankirî li ser wê tê meşandin. Dewleta Tirk daxwazên malbat û parêzeran a hevdîtina bi rêbertî re red dike. Lê piştî îdiayên der barê nebaşbûna rewşa tenduristiya rêbertî de ku li ser malperên girêdayî dewleta Tirk belav bûn, li Kurdistanê û cîhanê metirsî çêbû û çalakiyên protosto li dar ketin, di encamê de ev peywendî çêbû.

Di peywendiya ku çend deqe bûn de, rêber  Abdullah Ocalan ji birayê xwe Mehmet Ocalan re got: "Kekê min ji bo vê rewşê tu hem jî dewlet şaş dikin. Sedema wê jî ev e; saleke bi tu awayî hevdîtin nîn e. Cihê vê yekê ne di nava hiqûqa dewletê de ne jî di nava hiqûqeke cuda de nîn e. Hatina te şaş e û gelekî metirsîdar e. Dewlet jî gelekî xetere ye û bi rengekî şaş tev digere."

Berpirsê Komeleya Çandê ya Suryanî ya Sûriyê ya şaxê Qamişlo Hena Somî ji ajansa me re diyar kir ku rêber Abdullah Ocalan ji beriya 22 salan ve di hucreya takekesî de ye û got: "Ev yek jî li dijî nirxên siyasî, exlaqî û mirovî ye, ji ber ku projeya rêber Ocalan ne projeyeke parçekirin  û wêrankirinê ye."

Somî da zanîn  ku ji beriya ku rêber Abdullah Ocalan dîl were girtin ve, ji bo belavkirina fikirê azad tê koşiya û ev fikir li hemû  dinyayê belav bû, gihaşt Amerîka Latînî jî û ev lê zêde kir: "Ev fikir, çareseriya sereke ji pirsgirêkên li Rojhilata Navîn re ye."

Hena Somî destnîşan kir ku fikirê rêber Abdullah Ocalan wan durî du tiştên sereke dixe; fikirê netewperest ê şovînîst û fikirê olî yê tarî yê liberal e.

Der barê daxwaza rêbertî de ku divê hevdîtinê bi parêzeran re pêk bîne, Hena Somî got:"Ez bawer im rêber Abdullah Ocalan azara nexweşiyekê dikişîne."

Hena Somî ev yek li gotina xwe zêde kir: "Rêber Abdullah Ocalan bi rêya parêzerê xwe re dixwaze nameyekê bişîne û tê de diyar bike ku AKP`ê bi serkêşiya emîrê DAIŞ`ê Erdogan hewl dide rêber Abdullah Ocalan di milê fîzîkî de tesfiye bike."

Berpirsê Komeleya Çandê ya Suryanî li Sûriyê got, divê hemû parêzgerên azad ên li cîhanê serî hildin da ku parêzerên rêber Abdullah Ocalan pê re bicive û got: "Ez bang li NY`yê, dewletên demokrat û dewletên ku bi mirovahiyê bawer in, dikin ku bi lez tev bigerin û kesayeta rêber Abdullah Ocalan ji nav lepên dewleta dîktator a herî bi hêz a Tirkiye ya bi serkêşiya Erdogan azad bikin."

Somî bang li tevahiya gelê herêmê û kesên baweriya  xwe bi fikirê rêber Abdullah Ocalan û fikirê mirovî yê azad in kir ku rojane dakevin qadan, li pêşiya navendên NY`yê çalakiyan li dar bixin û got: "Divê rojane li hemû dewletên cîhanê em ji bo rêber Abdullah Ocalan tev bigerin, divê gelê me li dewletên Ewropa li pêşiya balyozxaneyên dewleta Tirk  xwepêşandan û çalakiyan orgenîze bikin."

Hena Somî di berdewamiya axaftina xwe de eşkere kir  ku berpisyarî dikeve ser milên her mirovekî azad û divê ji bo tenduristiya rêber Abdullah Ocalan her kes li kolanan bin û wiha domand: "Ji ber ku rêbertî banga mafên tevahiya gelên Mozopotamyaya ji Kurd, Ereb û Suryan û pêkanîna aştiyê li herêmê dike, lê belê li ser doza gelê Kurd û doza gelê Asûr, Kildan û Suryan kompoyek heye û divê bi lez ew tev bigerin."

Berpirsê Komeleya Çandê ya Suyanî li Sûriyê Hena Somî bi van xalan gotina xwe bi dawî kir: "Ger însaniyet li cîhanê heba dê rêber Ocalan bixista nav kesayetên gewre/mezin ên li cîhanê, ji ber ku rêbertî ji bo mirovahiyê tevde tê dikoşe. Ocalan bi fikirê xwe hezkirina her kesî qezenc kir û em wekî Suyan û Asûr bi  fikirê wî bawer in, ew bû yê ku di sala 2015`an de bi nameyekê îşaret bi qirkirina gelê Suryan û Asûr kir û got ew wekî Abdullah Ocalan, berpirsyariya vî gelê mezin girtiye ser xwe û divê her Kurdek parastina vî gelî bike."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/7PfoOnuXuts" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>