'Divê operasyonên berfireh werin kirin ku rê li ber rêxistinkirina DAIŞ'ê were girtin'

Lêkolînerê pisporê karûbarên komên îslamî Dr. Mistefa Emîn got, li gel paşguhkirina dewletan ji bo wergirtina welatiyên xwe û piştgirînedayîna Rêveberiya Xweser ji bo dadgehkirina çeteyan, kampa Holê ji bo pêşeroja wan bûye xezîneyeke mirovî, divê hêzên ewlehiyê operasyonên berfireh pêk bînin.

'Divê operasyonên berfireh werin kirin ku rê li ber rêxistinkirina DAIŞ'ê were girtin'
27 adar, 2021   00:41
NAVENDA NÛÇEYAN –EHMED MIHEMED

Li kampa Holê ya 45 km dikeve rojhilatê bajarê Hesekê tevgerên jin û şaneyên DAIŞ'ê zêde bûn. Ev yek di zêdebûna sûcên qetilkirin, şewitandina konan û hewldanên reva ji kampê de diyar dibe. Li gorî daneyan, ji destpêka îsla ve 37 bûyerên qetilkirinê li kampê çêbûne.

Ji Sibata 2019'an ve an ku ji dema çeteyên DAIŞ'ê gihiştine kampê ve, 73 bûyerên qetilkirinê li kampê li dijî koçberên sûrî û penaberên iraqî pêk hatine. Ji wê zêdetir rojane êrişên bi kêran, lêdan û şewitandin çêdibin.

Kampên Hol û Roj ku malbatên çeteyên DAIŞ'ê lê hene, ji bo şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xeteriyeke mezin e, ji ber ku jin û zarokên ku fikirê DAIŞ'ê yên tundraw hilgirtine lê hene.

'KAMPA HOLÊ XEZÎNEYEKE MIROVÎ YA MEZIN A DAIŞ'Ê YE'

Lêkolîner beşê karûbarên komên îslamî Dr. Mistefa Emîn li ser mijarê got, kampa Holê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê krîzeke mezin e û navendeke çalak a DAIŞ'ê ye. Mistefa Emîn diyar kir ku rêxistina DAIŞ'ê xwe dispêre kampê da ku ji nû ve xwe geş bike, kamp ji bo vê rêxistinê xezîneyeke mirovî mezin e, da ku fikirê xwe biparêze.

Emîn destnîşan kir ku ji ber kamp û girtîgehan zexteke mezin a ewlehiyê li ser Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) heye û got: "Lê texmîn nakim ku Hêzên Sûriya Demokratîk wê karibe li hemberî vê zexta mezin bisekine, nemaze ku Koalîsyona Navneteweyî di rola xwe de xemsar e."

Emîn diyar kir ku pêwîstiya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi desteka navneteweyî di her qadan de heye û wiha pê de çû: "Di rastiyê de, têkildarî kampê pêwîstiya Hêzên Sûriya Demokratîk bi desteka navneteweyî di her qadan de heye, jê desteka lojîstîk, komkirina agahiyên berfireh li ser çekdarên biyanî yên ku derbasî Sûriyê bûne û yên ku malbatên wan di kampan de ne, bi taybet di kampa Holê de. Ji ber ku hejmara mezin a li kampa û cûrbûna niştecihên wê ku ji gelek dewletan e, zemîna wan agahiyan li gel Hêzên Sûriya Demokratîk nine."

Li gorî daneya dawî ya rêveberiya kampa Holê, niha li kampê 60 hezar û 351 kes hene  ku di nava 16 hezar û 404 malbatan de ne;

Hejmara iraqiyan; 30 hezar û 738 kes in û li nava 8 hezar û 256 malbatan belav in.

Hejmara sûriyan; 21 hezar û 58 kes in û li nava 5 hezar û 619 malbatan belav in.

Hejmara malbatên DAIŞ’î yên biyanî; 8 hezar û 555 zarok û jin in û li 2 hezar û 529 malbatan belav in.

'DIVÊ CIVAKA NAVNETEWEYÎ ERKA XWE YA LI HEMBERÎ VÊ KAMPÊ BI CIH BÎNE'

Lêkolîner Mistefa Emîn bala kişand ser girîngiya ku civaka navneteweyî erka xwe bi cih bîne û wiha pê de çû: "Destpêkê divê civaka navneteweyî mekanîzmeya qanûnî ji bo vegerandina wan malbatan li dewletên Ewropa û dewletên rojavayî bi giştî bibîne û li gorî qanûnên navxweyî yên her dewletekê wan darezînin, anku ji bo mekanîzmeya qanûnî ya navneteweyî bixebite da ku malbatên li kampê, çi jin bin, an jî zarok bin, an jî ciwan bin darezînin, ji ber ku ev malbat berdewama rêxistina DAIŞ'ê ne da ku careke din vegerin û berê eşbal xîlafa bûn. Her wiha çekdarên din ên di girtîgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê divê li Sûriyê û Iraqê li gorî cezayên qanûnî yên diyar û qanûnên taybet bi van dosyayan  werin darezandin, piştî dadgehkirinê divê bi rêya bernameyên taybet ên bi piştevaniya navneteweyî ji nû ve werin perwerdekirin."

Lêkolîner Mistefa Emîn destnîşan kir ku li gel tunebûna van mijaran û mayîna rewşa wekî xwe, dê kamp bibe xezîneyeke mirovî ya vê rêxistinê û got: "DAIŞ bi xwe di gelek daxuyaniyan de behsa xebatên xwe kir ku di dema bê de di operasyonên xwe yên li Iraq û Sûriyê de dê sûdê  jin û zarokan bigire. Ji ber vê yekê çavê vê rêxistinê her tim li kamp û girtîgehên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, hewl dide ku endamên xwe birevîne û di hewldanên xwe yên domdar ên mayîn û hebûnê de sûdê ji wan bigirin."

Emîn bal kişand ser krîza kampê û got: "Madem civaka navneteweyî, dewletên Ewropa û rojavayî bi giştî vegerandina wan malbatan red dikin dê krîza li kampê û girtîgehan bimîne. Civaka navneteweyî bi awayekî pragmatîkî nêzî DAIŞ'ê bû ya ku raste rast gefan dixwe û civaka navneteweyî texmîn dike ku ev gefanan dê piştî ketina DAIŞ'ê yê erdîngarî de bi dawî bibe."

Hêzên Sûriya Demokratîk û Koalîsyona Navnteweyî piştî salan ji şerên domdar, di 23'yê Adara 2019'an de rizgarkirina baregeha dawî ya di destê DAIŞ'ê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand.

Dr.Mistefa Emîn got: "Bi rastî DAIŞ'ê hîna heye û hewl dide ku ji nû ve xwe bi rêxistin bike û xwe bi cih bike. Dibe ku ev ne ji hêla erdingarî be, lê ew ê bi operasyonên nû û rêbazên nû hewl bide xwe komî ser hev bike. Ev mijar hemû bi girêktir dibe madem ku kampla Hol û girtîgeh hene."

Ji bo çareserkirina krîza kampa Holê û tunekirina fikirê DAIŞ'ê, Emîn bal kişand ser van xalan: "Destpêkê divê mekanîzmeya qanûnî ya derxistina wan kesan were dîtin da ku bi desteka navneteweyî werin dadgehekirin, ya din divê mekanîzmeya lojîstîk ji bo piştevaniya tunekirina fikirê DAIŞ'ê were dîtin, ya sêyemîn jî mekanîzmeya ewlehî û komkirina agahiyan û girtina endamên wê ye."

'OPERASYONÊN EWLEHIYÊ DI HUNDIRÊ KAMPÊ DE GIRÎNG IN'

Lêkolîner Mistefa Emîn diyar kir ku li gel tunebûna van xalan, operasyonên ewlehî û paqijkirinê yên domdar, komkirina agahiyan derbarê malbatên di kampan de gelek girîng in û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Heger rewş wisa berdewam bike, dê krîzeke gelek mezin derkeve û dê xeteriya wê di pêşrojê de mezintir be. Ji ber vê yekê, operasyonên ewlehiyê yên berfireh, nûjekirina zemîna agahiyan derbarê kesên li kampê de, şandina agahiyên zêdetir ji dewletên ku welatiyên wan di nava vê rêxistinê de ne, girîng û pêwîst in, da ku kîrza Holê belav nebe."

ANHA