​​​​​​​Şêniyên Dêrazorê:Ocalan fikrekî demokratîk ê rizgariyê ye, divê ew azad bibe

Şêniyên Dêrazorê bang li civaka navneteweyî kir ku li hemberî rewşa tenduristî ya rêber Abdullah Ocalan berpirsyariyên xwe pêk bîne û got “Rêber Abdullah Ocalan fikrekî demokratîk ê rizgariyê belav dike.”

​​​​​​​Şêniyên Dêrazorê:Ocalan fikrekî demokratîk ê rizgariyê ye, divê ew azad bibe
26 adar, 2021   23:39
DÊRAZOR

Li ser medyaya civakî ya Tirk agahiyên li ser nebaşbûna rewşa rêber Abdullah Ocalan hatin belavkirin. Li ser wê yekê fikarên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêbûn û daketin qadan, her wiha bang li civaka navneteweyî kir ku li hemberî rewşa rêber Abdullah Ocalan berpirsyariyên xwe pêk bînin û rewşa wî eşkere bikin.

Duh, Buroya Hiquqê ya Sedsalê ragihand ku birayê rêber Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan çûye Serdozgeriya Komarê ya Rihayê û peywendiya telefonê bi Ocalan re daniye.

Komîteya Azadiya Rêbertî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ANHA`yê re diyar kir ku axaftina telefonê ya tenê 3 deqeyan dirêj kiriye, têrê nake ku rewşa tenduristî ya rêber Abdullah Ocalan nas bikin û divê bi lez hevdîtina yekser bi rêber Abdullah Ocalan re bê kirin.

Têkildarî mijarê, Enes Rehîm ê ji şêniyên gundê Ebû Hemam ê rojhilatê Dêrazorê got: “Vê dawiyê girêdayî rewşa Rêbertî hin nûçe hatin belavkirin. Em wê yekê şermezar dikin. Em dixwazin rewşa Rêbertî nas bikin.”

‘BINPÊKIRINA YASAYÊN NAVNETEWEYÎ’

Rehîm diyar kir ku ew yek di çarçoveya şerê taybet ê dewleta Tirk de li hemberî hebûna Kurdan bi taybetî û gelên azadîxwaz û demokratîkxwaz bi giştî, pêk tê.

Rehîm destnîşan kir ku dewleta Tirk siyaseta tecrîda rêber Abdullah Ocalan li girtîgeha Îmraliyê dewam dike û hemû yasa, peyman û rêgezên mafên mirovan ên navneteweyî binpê dike.

‘EM DESTWERDANÊN DEWLETA TIRK RED DIKIN’

Rehîm rejîma Tirkiyê muxatab girt û got: “Heke hûn dixwazin hegemonyaya Osmanî vegerînin, hûn ê bi ser nekevin. Ev yek ne gengaz e û em wê red dikin. Em nahêlin ne dewleta Tirk, ne jî aliyên din destwerdanê bikin.”

Rehîm bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) û rêxistinên mafên mirovan kir ku destwerdanê bikin û zextê li dewleta Tirk bikin da ku rewşa tenduristî ya rêber Abdullah Ocalan eşkere bike. Her wiha derfetê bide tîma tenduristiyê, parêzeran û malbatê ku serdana rêber Ocalan bikin û tecrîdê bi dawî bikin.

Têkildarî heman mijarê, Mihemed El-Ebdullah ê ji bajarokê Hecînê, tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û sûcên dewleta Tirk şermezar kirin.

El-Ebdullah diyar kir ku rêber Abdullah Ocalan bê sedem hatiye girtin û dewleta Tirk her tim daxwazên serdanê yên parêzeran û malbatê red dike û bi wê yekê yasayên mafên mirovan ên navneteweyî binpê dike.

‘NE TESADUF E’

El-Ebdullah wiha domand: “Ev yek ne tesaduf e, ev bi erêkirina hêzên navneteweyî pêkan e. Divê civaka navneteweyî destwerdanê bike, sûcên hov ên dewleta Tirk rawestîne û rewşa tenduristî ya rêber Abdullah Ocalan eşkere bike.”

El-Ebdullah got dewleta Tirk bi tecrîdê armanc dike ku rê li pêşiya belavbûna fikrên rêber Abdullah Ocalan ên ku banga azadiyê û wekheviya gelan dikin, bigire û wiha domand: “Ji ber ku ger rêber Ocalan derkeve derve dê hemû fikrên desthilatdar ên heyî û yên li dijî şaristaniya gelan, rast bike.”

El-Ebdullah wiha berdewam kir: “Dewleta Tirk dewleteke dîktator e, rêber Abdullah Ocalan jî xwedî fikrekî demokratîk ê rizgariyê ye. Ji lew re ew dijber in. Rêbertî dagirkerî, zor û tundiya li ser gelan tê kirin red dike, ji ber ku ew banga demokrasî, azadî, wekhevî û biratiya gelan dike.”

Endama rêveber a Komîteya Tenduristiyê ya Dêrazorê Meryem El-Ewad jî diyar kir ku ji beriya zêdetirî 22 salan ve komployeke navneteweyî li dijî rêber Abdullah Ocalan hate kirin û di encamê de Ocalan li Îmraliyê dîl hate girtin.

Meryem wiha axaftina xwe dewam kir: “Wek jinên Hecînê û gundewarên wê, em ê ji bo azadiya Rêbertî bixebitin ku ji bo me xeta azadiya jinan diyar kiriye û bi saya wê me mafên xwe bi dest xistin. Bi taybetî jinên Ereb ku tev li gelek warên siyasî, leşkerî, aborî û civakî bûn.”

Her wiha hevseroka Şaredariya Gel a bajarokê Hecînê Ehid El-Merkaz tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir. Ehid got tecrîd li dijî qanûnên mafên mirovan ên navneteweyî ye û wiha lê zêde kir: “Em van kiryarên ne exlaqî ku têkbirina projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan armanc dikin, red dikin.”

(şx)

ANHA