Mala Êzidiyan gefên li ser Şengalê şermezar kirin

Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê got: "Gefxwarina êrişan ên li dijî Şengalê û rêveberiya wê bi buhaneya ku hêzên biyanî li ser erda wê hene, îdîa ne û ji aliyê kesên ku dixwazin biryara şêniyên Şengalê desteser bikin ve, hatiye amadekirin."

Mala Êzidiyan gefên li ser Şengalê şermezar kirin
26 adar, 2021   20:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê têkildarî gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şengalê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê de hate gotin:"Kesên xwedî mebestên xirab hîn jî bi buhaneya ku hêzên biyanî li ser erda wê ne gefan li Şengal û rêveberiyên wê dixwin, lê ev yek îdîa ne û ji aliyê kesên ku dixwazin biryara şêniyên Şengalê desteser bikin û wan ji mafên xwerêvebirinê bê par bikin ve, hatiye amadekirin.

Sûcên ku îro li dijî civaka Êzidî têne kirin, berdewama azarên dem dirêj ji qetilkirin û fermanan e. Ya li ser van zêde dibe, gefên dewleta Tirk e ku li dijî herêmên Şengalê şer bide destpêkirin, ev yek jî isbat dike ku komployên qirêj li dijî gelê me ji aliyê Erdogan ve têne plankirin.

Kengî Şengalê xwe bi rê ve dibir û kengî bûbû xwedî hêz û parastina gel, kelepûr û çiyayên xwe kir, ma gelo hêzên parastina Şengalê bi hezaran şêniyên xwe digire nava xwe, ma gelo ne Asayîşa Êzîdxanê jêdera ewlehî û aramiya gelê xwe ye, ma gelo ne Rêveberiya wê ya Xweser ji pêkhateyên herêmê pêk tê, wê demê çima roja ev gef li dijî rêveberiyê têne xwarin? Ma gelo ev nayê wateya ku dixwazin destkeftiyên vî gelî têk bibin?

Em Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê van gefan şermezar dikin û piştgiriyê didin biryara gelên xwe, di heman demê de bang li civaka navneteweyî dikin ku rê li pêşiya van êrişên li dijî gelên wan ên li welatên xwe bigirin. Ji ber ku êrişî tu kesî nekirine û destwerdana kar û barên tu kesî nekirine.

Silav ji giyanê şehîd Xidir Hebabî re û di kesayeta wî de em tevahiya şehîdên azadî û rûmetê yên ku di rêya parastina Şengalê de canê xwe dane, bi bîr tînin. Na ji dagirkeran û niyetên wan ên qirêj re."

(eh)

ANHA