Şêniyên Qamişloyê sersaxî dan malbata şehîd Mihemed Dawûd

Şêniyên Qamişloyê sersaxî dan malbata şehîd Mihemed Dawûd, konê sersaxiyê li taxa Qidûrbeg a li bajêr hatiye vedan.

Şêniyên Qamişloyê sersaxî dan malbata şehîd Mihemed Dawûd
26 adar, 2021   13:07
QAMIŞLO

Şêniyên Qamişloyê sersaxî ji malbata şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mihemed Dawûd ê ku di 24`ê Adarê de ji ber kia dil şehîd ketiye xwest.

Tevî şêniyan endamên Kongreya Star, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) tev li merasîma sersaxiyê bûn.

Di merasîmê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Mihyedîn Hesen axivî û serdaxî da malbata şehîd Mihemed.

Hesen wiha domand: “Ê ku canê xwe ji bo gel û welatê xwe feda dike, divê navê wî bi tîpên zêrîn werin nivîsandin.”

Endamê PYD`ê Mesûd Ferhan jî axivî û got: “Rêber Abdullah Ocalan dibêje; Şehîd pêşengên me yên manewî ne û bi saya fedekariyên wan em ê teqez bi ser kevin.”

Endama PYD`ê Neîma Hesen jî got gel hêza xwe ji şehîdan digirin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/0fftTEx0i5Y" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>