ꞌDagirker rasterast dibistanê  kir armanc da ku perwerdeyê rawestîne'

Mamosteyê dibistana gundê Gozeliyê yê Til Temirê destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker rasterast dibistan kir armanc û ziyaneke mezin çêkir, her wiha got dagirker dixwaze perwerde bisekinîne da ku nifş nezan ava bibe.

ꞌDagirker rasterast dibistanê  kir armanc da ku perwerdeyê rawestîne'
26 adar, 2021   13:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker roja çarşemê 24`ê Adarê dibistan û malên sivîlan ên li gundê Gozeliyê ya bakurê rojavayê Til Temirê kir armanc û ziyan çêbûn.

Ajansa me hin wêne û dîmenên ku asta ziyanên ku artêşa Tirk û çeteyên wê di encama hedefgirtina gund de pêk anîne, bi dest xistin.

Têkildarî hedefgirtinê mamosteyê dibistana gundê Goziliyê Xidir Mihemed axivî û got ji ber artêşa Tik a dagirker rasterast dibistan kir armanc, ziyanên mezin çêbûn.

Xidir Mihemed destnîşan kir ku xwendekaran roja piştî êrişan anku pênşemê bi  kêfxweşî dewam kirin û hêvî kirin ku bawernameyên  xwe yên qonaxa yekemîn werbigirin û got, ji ber wêrankirina dibistanê ev yek negiha serî.

Mihemed diyar kir ku dibistan ji hemû aliyan ve hatibû amadekirin da ku qada perwerdeyê baş bi rê ve biçe.

ꞌDI BERDEWAMKIRINA PERWERDEYÊ DE BI SRAR IN'

Mamosteyê dibistana Gozeliyê Xidir Mihemed da zanîn ku tevî zor û zehmetiyê û dibistan nêzî xeta şer a bi çeteyên artêşa  Tirk re ye, lê belê malbatên xwendekaran  û ew  bi israr bûn ku perwerdeyê berdewam bike û ev lê zêde kir:"Xwendekar bi awayekî sîstematîk dewam dikin û em ji bo perwerdekirina wan jiyana xwe dixin xeteriyê."

Mamoste Xidir Mihemed di dawiya gotina xwe de îşaret pê kir  ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide nifş  nezan bimîne.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/XmkhJsnecS8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>