​​​​​​​Li Misrê du tren li hev qelibîn: Herî kêm 32 kes mirin

Li başûrê Misrê li Sohacê du trenên rêwiyan li hev qelibîn. Herî kêm 32 kesan jiyana xwe ji dest dan, 66 kes jî birîndar bûn.

​​​​​​​Li Misrê du tren li hev qelibîn: Herî kêm 32 kes mirin
26 adar, 2021   12:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Misrê bi daxuyaniyekê ragihand ku li wîlayeta Sohacê nava rojê du trenên rêwiyan li hev qelibîn.

Wezaretê diyar kir ku bûyer bi 460 kîlometreyî li başûrê paytext Qahîrayê qewimiye. Di qezayê de 32 kesan jiyana xwe ji dest dan, 66 kes jî birîndar bûn.