Meclisa Leşkerî ya Til Temirê têkildarî êrişên çeteyan daxuyaniyek da

Meclisa Leşkerî ya Til Temirê diyar kir şervanên wan êrişên çeteyan ên li ser gundên Til El-Leben û Gozeliyê yên navçeya Til Temirê têk birine û 9 çete birîndar bûne, du bagîre hatine rûxandin û wesayîteke leşkerî hatiye derbekirin.

Meclisa Leşkerî ya Til Temirê têkildarî êrişên çeteyan daxuyaniyek da
26 adar, 2021   12:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Leşkerî ya Til Temirê têkildarî êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gundên navçeya Til Temirê û şerê di navbera hêzên wan û çeteyan de, daxuyaniyek da.

Meclisê di daxuyaniyê de diyar kir: “Çeteyên dagirker di 24`ê Adarê de xwest êrişî gundên Til El-Leben û Gozeliyê yên navçeya Til Temirê bikin. Di encama bersivdayîna şervanên me de şer qewimîn. Di wî şerî de 4 çete birîndar bûn û hejmara kuştiyan nehat zelalkirin. Her wiha bagîrek çeteyan hat rûxandin.”

Meclisa Leşkerî ya Til Temirê da zanîn ku di heman demê de çeteyên dagirker herêm bi çekên giran topbaran kir û cihên sivîlan hatin hedefgirtin.

Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Roja 25`ê Adarê, çeteyan careke din xwest êriş bikin. Ev êriş jî hat têkbirin. Di şer de 5 çete birîndar bûn. Her wiha bagîrek hat rûxandin û wesayîteke leşkerî jî hat derbkirin. Di heman demê de çeteyên dagirker herêm bi dijwarî topbaran kir.”

(cx)