Komîteya Azadiya Rêbertî bang li CPT`yê kir û dest bi hemleyeke nû kir

Komîteya Azadiya Rêbertî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemleyek da destpêkirin û tê de bang li CPT`yê kir ku li hemberî tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan bi erka xwe rabe. Her wiha bang li gel kir ku beşdarî hemleyê bibe.

Komîteya Azadiya Rêbertî bang li CPT`yê kir û dest bi hemleyeke nû kir
26 adar, 2021   12:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Rêbertî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemleyek da destpêkirin û tê de bang li Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) ya girêdayî Yekitiya Ewropayê (YE) kir ku li hemberî tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan bi erka xwe rabe.

Komîteya Rêbertî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê nameyek ji CPT`yê re şand. Di nameyê de bang li CPT`yê hat kirin ku serdana Îmraliyê bike û bi erka xwe rabe, her wiha ji bo dayîna destûra hevdîtinê ji parêzerên rêber Abdullah Ocalan re, kar bike.

Nameya Komîteya Rêbertî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê wiha ye:

 “Ji 27`ê Nîsana 2020`an ve tu agahî ji rêberê gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan ku li girtîgeha Îmraliyê ya Tirkiyê tê girtin, nehatine. Di demekê de ku hemû agahî û peywendiyên bi birêz Abdullah Ocalan re hatine qutkirin, di 14`ê Adara 2021`an de li ser hin malperên medyaya civakî ya Tirk îdia hatin belavkirin ku birêz Ocalan jiyana xwe ji dest daye. Ev nûçe di vê rewşê de gelek guman û metirsiyên me li ser jiyana rêber Ocalan çêkirin. Ji wê demê ve û heta niha hikumeta Tirkiyê ji bo şîrovekirina van îdaiyan tu gavên cidî neavêtin. Her wiha heta niha bersiva daxwazên parêzeran û malbatê yên serêldanê nehatiye dayîn.

Ji bo metirsiyên me yên der barê birêz Ocalan de kêm bibin û ji ber ku hûn ji saziya herî zêde di vê derbarê de xwedî maf in, em bang li we dikin ku hin gavan biavêjin da ku rewşa birêz Ocalan bê eşkerekirin.

Beriya her tiştî, ji bo eşkerekirina rewşa tenduristî ya birêz Ocalan û di çarçoveya maf û derfetên we de, em bang li we dikin ku serdana girtîgeha Îmraliyê ya li Tirkiyê bikin, da ku birêz Ocalan bikare hevdîtinê bi parêzerên xwe re çêke. Ji lew re, divê CPT tevî malbatê û parêzeran biçe Îmraliyê.”

Komîteya Rêbertî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku beşdarî hemleyê bibin, bi rêya şandina vê nameyê ji emaîla CPT`yê re, da ku karibin rewşa rêber Abdullah Ocalan nas bikin û bihêlin ku perêzer hevdîtinê pê re pêk bînin.

Navnîşana emaîlê ya CPT`yê li ser înternetê wiha ye: mailto:[email protected]