‘Heta em rewşa Rêbertî nas bikin em ê li qadan bin’

Beşdarên çalakiya konvedanê ya li Qamişloyê siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û piştrast kir ku heta hevdîtin pê re çêbin, ew dê li qadan bin.

‘Heta em rewşa Rêbertî nas bikin em ê li qadan bin’
26 adar, 2021   11:29
QAMIŞLO

Di roja sêyemîn a çalakiya konvedanê ya li Qamişloyê de şêniyên navçeya Til Hemisê û Tirbespiyê beşdar bûn.

Ruxmî ku duh Mehmet Ocalan bi biryarê xwe rêber Abdullah Ocalan re bi rêya telefonê axivî jî, lê daxwazên pêkanîna hevdîtinê û naskirina rewşa tenduristiya wî hîna berdewam in.

Dr. Fadil El-Faris bi navê Komîteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê axivî û behsa aliyên tenduristî yên girtiyên siyasî û mafên mirovan ên lihevkirina Cinêvê kir û got: “Ji mafê girtiyan e ku şert û mercên guncaw û xebatên tenduristî jê re bên peydakirin. Lê ez bawer nakim ku ev pêdiviyên tenduristî di girtîgeha Îmraliyê de peyda dibin.”

Her wiha Faris bang kir ku tenduristiya rêber Abdullah Ocalan tavilê eşkere bibe û wiha domand: “Divê rêxistinên navneteweyî, hiqûqî û tenduristî erkên xwe yên mirovî û exlaqî bînin cih, tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan bi dawî bikin û rewşa tenduristiya wî bişopînin.”

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişloyê Etiye Omer got ji bo azadkirina rêber Abdullah Ocalan divê têkoşîn li ser fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan bê meşandin û wiha axaftina xwe domand: “Heta ku hevdîtin pêk neyê û em rewşa wî nas nekin, em dê ji qadan dernakevin.”

Endama rêveber a Kongreya Star a navçeya Til Hemîsê Cewze El-Hasûd bêdengiya navneteweyî û komîteya mafên mirovan a li hemberî siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide şoreşa azadiyê di kesayeta rêber Abdullah Ocalan de tune bike.

Çalakiya konvedanê dê heta 28`ê vê mehê bidome.

(şx)

ANHA