Ji bo şehîd Mihemed Dawûd konê sersaxiyê hate vedan

Ji bo şehîd Mihemed Dawûd ku ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest dabû, li Qamişloyê konê sersaxiyê hate vedan.

Ji bo şehîd Mihemed Dawûd konê sersaxiyê hate vedan
26 adar, 2021   11:27
QAMIŞLO

Şervanê QSD’ê şehîd Mihemmed Dawûd di 24 'ê Adarê de ji ber krîza dil şehîd bûbû. Li taxa Qudûrbeg a bajarê Qamişlo ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve ji bo şehîd Mihemed Dawûd konê sersaxiyê hate danîn.

Di konê sersaxiyê de endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, Kongreya Star, TEV-DEM û PYD'ê amade bûn.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihyedîn Hesen axivî û sersaxî ji malbata şehîd û gel re xwest û got: "Navê lehengên ku ji bo gelê xwe û axa xwe canê xwe feda kiriye, bi tîpên zêrîn tê nivîsandin. Mirina li ser rêya heqîqetê, rûmet e."

Mihyedîn Hesen bal kişand ser Hefteya Lehengiyê û got wan bi hewldanên Egîdan û gelek lehengan xwe gihandiye van rojan.

Endamê PYD'ê Mesûd Ferhan jî destnîşan kir ku şoreşa Rojava bi têkoşîna rêber Abdullah Ocalan û şehîdan gihîşt armanca xwe û wiha pê de çû: "Şehadet pîroz e. Bi axaftinê dê bîranîna şehîdan kêm be. Rêber Abdullah Ocalan ji bo şehîdan got ‘Şehîd rêberên me yên manewî ne.’ Heke şoreşa me bi fedakarî û keda şehîdan berdewam bike, em ê her tim bi ser bikevin."

Mesûd Ferhan destnîşan kir ku ew bi biryar in ku bi rêya nûkirina soza xwe ji şehîdan re, tê bikoşin.

Her wiha endama PYD'ê Neîme Hesen jî diyar kir ku şehîd nûnertiya hemû gelan dikin û gel bi şehîdan re heye û got gel bi şehîdên xwe bi hêz e.

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/0fftTEx0i5Y" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>