​​​​​​​Gerîla li Heftanînê bi dronan li artêşa Tirk da

HPG’ê bi dronan çalakiyek li hemberî leşkerên artêşa Tirk a dagirker ên li herêma Heftanînê li dar xist.

​​​​​​​Gerîla li Heftanînê bi dronan li artêşa Tirk da
26 adar, 2021   11:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî der barê çalakiyê de ev agahî parve kirin:

“Hêzên me yên parastina hewayî yên şehîd Delal sibeha 24'ê Adarê saet di 04:10'an de li herêma Heftanînê bi balafiran bombardûman li ser dagirkerên li Girê Şehîd Sîpan kir. Çalakî bi rengekî serkeftî pêk hat. Ev çalakî ji bo hilanîna tola fermandarê me yê fedaiyan ê nemir Savaş Maraş û hevalên pê re şehîd bûn, hate lidarxistin.

Dewleta Tirk a dagirker êrişên hewayî anîn ser Herêmên Parastinê yên Medyayê. Agahiyên berfireh ên li ser van êrişên hewayî wiha ne:

19'ê Adarê saet di 12:00 de qada Kolitê ya herêma Xakurkê bi balafirên şer hate bombekirin.

20'ê Adarê saet di 11:00 de qada Goşînê ya herêma Xakurkê, mintiqeya Girê Rosê bi balafirên şer hate bombekirin.

20'ê Adarê saet di 11:00 de qada Saca ya herêma Zapê bi balafirên şer hate bombekirin.

Di van êrişên hewayî de tiştek bi hêzên me nehatiye.”