Sekreterê Esayîp Ehîl El-Heq: Divê çareseriyeke rast çêbe ku şengalî parastina bajarê xwe bikin

Sekreterê giştî yê tevgera Esayîp Ehîl El-Heq Qeys El-Xezelî got heke Peymana Bexda-Hewlêrê pêk bê, dê xiyanet li civaka êzidî were kirin û diyar kir ku berdewamkirina vê rewşê bi kêrî berjewendiyên Erdogan û aliyên din tê, lewma divê çareseriyeke rast were peydakirin ku şengalî parastina bajarê xwe bikin.

Sekreterê Esayîp Ehîl El-Heq: Divê çareseriyeke rast çêbe ku şengalî parastina bajarê xwe bikin
26 adar, 2021   07:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Sekreterê giştî yê tevgera Esayîp Ehîl El-Heq Qeys El-Xezelî, li ser peymana Bexda-Hewlêrê ya dijî Şengalê û aloziya dawî ya li Şengalê, peyamek weşand. Qeys El-Xezelî peyama xwe li ser hesaba xwe ya Twitterê belav kir.

Peyama Qeys El-Xezelî wiha ye:

“Peymana Şengalê mixabin li ser hilbijartinên pêşerojê di bin navê civaka Êzidî de wekî mijarek siyasî tê bikaranîn. Eger ev peyman were pêkanîn, wê xiyanet li civaka Êzidî ku ji bo rizgarkirina Şengalê xwîna xwe rijandiye, were kirin. Pêwîste ev peymana ku wekî ‘Peymana xiyanetê’ tê binavkirin, bê rawestandin û çareseriyek rast were peydakirin ku bersiva daxwazên gelê Şengalê bide, her wiha derfet bide wan ku parastina bajarê xwe bikin (Bi taybetî Heşdî Şebî yên ku Zarokên Êzidiyan e).

Pêwîste hikûmet ji bo jinûve avakirin û xizmetguzariyê kar bike ku gelê herêmê vegere ser xaka xwe. Mebesta vê peymana ewe ku gel ji xaka xwe dûr bikeve, venegerin malên xwe û dengên wan ên hilbijartinê bi zorê desteser bikin. Lewma divê ev peyman ji holê bê rakirin.

Li Şengalê berdewamkirina vê rewşê di berjewendiyên Recep Tayyip Erdogan de ye. Erka hikûmetê ewe ku beriya rewş ji kontrolê derkeve, çareseriyek peyda bike.

Rûbirûbûna her rewşek leşkerî ne di berjewendiyên gelê Şengal, ne jî di berjewendiyên Hikûmeta Iraqê de ye. Ev rewş di berjewendiyên Erdogan û aliyên ku dixwazin herêmê parçe û kontrol bikin de ye.”