Rojnameyên erebî: Qirkirina etnîk li Sûriyê rêbazeke xurtkirina serweriyê ye

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de behsa qirkirina etnîk li Sûriyê, destwerdana dewleta Tirk li welatên Ereban û rewşa Lîbyayê kir.

Rojnameyên erebî: Qirkirina etnîk li Sûriyê rêbazeke xurtkirina serweriyê ye
26 adar, 2021   06:59
NAVENDA NÛÇEYAN

‘KOÇBERIYA GELÊ SÛRIYÊ... ARMANCEKE ŞER Û RÊBAZEKE SERWERIYÊ’

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: “Li gorî hin raporan, koçberiya welatiyên Sûriyê ne tenê berhemeke şer e, lê belê armancek ji armancên şer e û rêbazeke stratejîk ji bo xurtkirina serweriya herêmî û siyasî ye. Raporan destnîşan kir ku ‘qirkirina etnîk’ dibe ku cografyayê bi awayekî dayîm biguherîne.

Li gorî navendên lêkolînan, di sala 2011`an de hejmara welatiyên Sûriyê bi awayekî fermî zêdetirî 21 milyon kes bû û di sala 2021`an de ji ber şerê ku 2011`an dest pê kiriye, guhertineke mezin li hejmara welatiyan çêbû. Ji ber ku rejîma Sûriyê li dijî xwepêşandêrên aştiyane tundî bi kar anî, her aliyekî serweriya cihekî kir, koçberî û peyman pêk hatin, her wiha ji ber mercên aborî û jiyanî hejmareke mezin ji welatiyan ji Sûriyê derketin.

Bi vê yekê êdî hejmara welatiyên Sûriyê zêdetirî 26 milyon kes e, ji wan nêzî 16 milyon li hundir û nêzî 9 milyonan li derveyî welêt in. Her wiha zêdetirî milyonek kes an kuştî yan wındayî ne. Ev dane li gorî belgeyên NY`yö û rêxistinên navneteweyî yên din, daneyên fermî yên welatên ku penaberên Sûriyê lê dijîn, herî kêm çavkaniyek ji her welatekî û li gorî texmînên pisporan, hatine dayîn.”

‘DEWLETA TIRK BI RÊYA ABORIYÊ DIXWAZE TÊKILIYÊN XWE BI SÛDANÊ RE BAŞ BIKE’

Rojnameya El-Ereb jî behsa destwerdana dewleta Tirk li welatên Ereban kir û wiha nivîsî: “Ji dema ku AKP hat ser hikum ve, guhertinek mezin di têkiliyên li gel Sûdanê de çêbû. Lê belê xuya ye ku xetereya wê rewşê jî hebû û Sûdanê têkiliyên xwe bi gelek welatên Ereban re xirab kirin, ku ew welat li dijî destekdayîna Enqereyê ji komên îslama siyasî yên li herêmên Ereban re ne.

Ji ber cezayên Amerîkayê, piştî sîstema serok Umer El-Beşîr Sûdan neçar ma ku aboriya xwe bixe destê dewleta Tirk. Her du welatan bi dehan peymanên bazirganî û îstismarê pêk anîn.

Di dirêjahiya çend salan de Enqereyê girîngiyeke mezin da Sûdanê, hem ji ber ku sîstema hikumê xwedî lêvegereke îslamî ye, hem ji ber cihê Sûdanê yê stratejîk, hem jî ji ber xêr û bêrên xwezayî yên hatine windakirin ku yek ji faktorên sereke bû ku rayedarên Tirk û di serî de Recep Tayyîp Erdogan li ser hev serdana Sûdanê bikin. Di Kanûna 2017`an de Erdogan serdana Xertûmê kiribû û wê demê bi hikumetê re gelek peymanên bazirganî û îstismarê pêk anîbûn.

Aloziya aboriyê ya li Sûdanê ji bo dewleta Tirk wekî dergehê ji bo zêdekirina îstismarên xwe li wî welatî ye. Şopdarên rewşê dibînin ku Enqere hewl dide serweriya xwe ya herêmî û navneteweyî xurt bike da ku aboriya xwe rizgar bike, bi wê yekê îstismara aboriyê û xebatên xêrxwaziyê wekî du rêbazên destwerdana li welatan bi kar tîne, nexasim welatên ku lê alozî hebe.”

‘VEKIŞÎNA ÇETEYAN JI LÎBYAYÊ DEST PÊ KIR’

Rojnameya El-Beyan jî îro behsa rewşa Lîbyayê kir û wiha nivîsî: “Duh, Misirê careke din teqez kir ku ew ê piştgiriyê bide desthilata nû ya Lîbyayê. Di heman demê de çeteyan dest bi vekişîna ji Lîbyayê kir ku ev nîşaneyeke baş e ji bo pêkanîna îstiqrara giştî li Lîbyayê. Her wiha welatên Ewropayê li ser destekdayîna Lîbyayê  li hev kir.

Hikumeta Yekbûyî ya Lîbyayê bang kir ku hemû çete yekser ji welêt vekişin. Wezîra karên derve ya Lîbyayê Neclaa El-Menqûş jî bi civîneke çapemeniyê tevî hempîşeyên xwe yên Fransa, Almanya û Îtalyayê li Terablusê wiha got: “Em teqez dikin ku divê hemû çete yekser ji welatê me derkevin.”

(cx)