Berxwedana greva birçîbûnê 120 roj in didome

Girtiyên azadiy ku li dijî tecrîdkirina rêber Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ji 27`ê Mijdarê ve dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine, 120 roj in berxwedana xwe didomînin.

Berxwedana greva birçîbûnê 120 roj in didome
26 adar, 2021   07:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK'ê girtî ne di 27’ê Mijdara 2020'an de bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind girtî ye û binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan zêde bûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bidorveger kirin. Çalakiya girtiyên siyasî ku koma 24’emîn dewr girt, di roja 120’emîn de dewam dike.

MEXMÛR

Li Kampa Penaberan a Mexmûrê, jinan di 18’ê Kanûna 2020'an de li dijî tecrîdkirina rêber Abdullah Ocalan çalakiya greva birçîbûnê da destpêkirin. Çalakiya ku li Komeleya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê dest pê kir, di roja 99’emîn de didome.

YEWNANISTAN

Penaberên ku li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dijîn jî ji bo bidawîkirina tecrîdkirina rêber Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewam dike, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Ev grev di roja 82'emîn de didome. Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê pêşengiya çalakiyê dikin.

(cx)