Bang li hêzên ewlekariyê hat kirin ku li Kampa Holê tedbîrên xurttir bigirin

Di vê dawiyê de bûyerên kuştinê li kampa Holê zêde bûn. Şêx û rûspiyên navçeya Holê banga operasyênên ewlehiyê li dijî şaneyên DAIŞ'ê li kampê û derveyê wê li QSD û hêzên ewlekariyê kirin.

Bang li hêzên ewlekariyê hat kirin ku li Kampa Holê tedbîrên xurttir bigirin
26 adar, 2021   01:46
NAVENDA NÛÇEYAN-EHMED MIHEMED

Kampên girtiyên çeteyên DAIŞ’ê mîna Holê û Roj, bi taybet kampa Holê xeteriya mezin e û li gel şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê metirsiyan çêdikin. Civaka navneteweyî li ser darizandina wan girtiyan bê deng e û welatiyên xwe yên ku tev li DAIŞ’ê bûne, venagerînin.

Ji dema ku malbatên çeteyên DAIŞ’ê gihiştine kampa Holê anku di Sibata 2019’an de, zêdetirî 73 penaberên iraqî û koçberên sûrî hatin qetilkirin, li gel wê jî êrişên bi kêrê  û şewitandina kampan çêdibin.

Li gorî daneya dawî ya rêveberiya kampa Holê, niha li kampê 60 hezar û 351 kes hene  ku di nava 16 hezar û 404 malbatan de ne;

Hejmara iraqiyan; 30 hezar û 738 kes in û li nava 8 hezar û 256 malbatan belav in.

Hejmara sûriyan; 21 hezar û 58 kes in û li nava 5 hezar û 619 malbatan belav in.

Hejmara malbatên DAIŞ’î yên biyanî; 8 hezar û 555 zarok û jin in û li 2 hezar û 529 malbatan belav in.

Xeteriya kampa Holê li ser herêmê û dewletên derdor û cîhanê ew e ku bi hezaran malbatên çeteyên DAIŞ'ê lê hene ku fikirê tunrdaw hilgirtine. Bi pêngava Bagera Cizîrê re ya ku QSD'ê di Sibata 2019'an de ji bo rizgarkirina bajarokê Baxozê dabû destpêkirin ku devera dawî di destê DAIŞ'ê de mabû, malbatên DAIŞ'iyan yên ku xwe radest kirin li kampê hatin bicihkirin.

/kr/uploads/files/2021/03/25/205640_-.webp

Şêx eşîra Xewatina ya li navçeya Holê Besman Nayif El-Hemûd li ser xeteriya kampa Holê axivî û wiha got: "Di vê dawiyê de kiryarên qetilkirin û reva ji kampê de zêde bûne.  Ji vê yekê diyar dibe ku DAIŞ û malbatên wan xwe ji nû ve bi rêxistin dikin. Ev yek jî xeteriyeke mezin li ser şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dewletên cîran çêdike."

El-Hemûd wiha domand: "Em li vê herêmê ne, ji ber vê kampa xeter em gelekî bi tirs in ku li gel penaberên iraqî bi hezaran malbatên DAIŞ'iyên terorîst hene. Dîsa jî metirsî ji revandina wan malbatan heye ku dibe bandoreke neyinî bike û ewlehiya herêmên me xirab bike."

Girêdayî mijarê, rûspiyê eşîra Xewatina, şêx Îbrahîm Mihemed Mihemed da zanîn ku kampa Holê 35 kîlometre dikeve rojhilatê Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ev kamp di radeya yekemîn de beriya herêmên dîtir, xeteriyê li ser navçeya Holê çêdike.

Mihemed wiha berdewam kir: "Ji ber vê kampê û pêşeroja wê metirsên me yên mezin hene. Ji ber ku ev kamp li kêleka navçeya Holê ye û rojane kiryarên qetilkirin, îşekencekirin, şewitandina konan û reva malbatan ber bi beyara herêma Hol û gundewarên wê ve çêdibin."

Şêx Mihemed destnîşan kir ku nêzî 60 hezarî kes li kampê hene û Hêzên Ewlekariya Hundirîn nikare her endamekî/ê xwe li ber koneke deyne, ji ber ku kamp mezin e. Mihemed diyar kir ku di kampê de rêxistineke xurt heye, ev yek jî her roj ji ber belavbûna fikireya tundraw li tevahî kampê, zêde dibe.

Hebûna malbatên çeteyên DAIŞ’ê li kampê, zirarên mezin li koçberên sûrî û penaberên iraqî kir, ji ber ku îdeolojiya DAIŞ'ê ya tunrdaw hilgirtine. Li gorî bîlançoya rêveberiya kampê ya 2019’an, 24 bûyerên qetilkirin, 11 hewldanên qetilkirinê, 506 bûyerên şewitandina konan û 700 bûyerên revê çêbûn.

Li gorî heman çavkaniya li ser bîlançoyê ya 2020’an, 49 mêr û jinên penaber û koçber li kampê û jinên çeteyên DAIŞ’ê yên biyanî hatin qetilkirin, bi wê re bûyerên qetilkirinê yên îsal gihaştin 73’yan. Tenê ji destpêka îsal û heta dawiya Sibatê 37 kes hatin qetilkirin.

Di gel bêdengiya navneteweyî ya wergirtina welatiyên xwe yên ji malbatên DAIŞ’ê û zêdebûna xeteriya kampê, şêxê eşîra Xewatîne Besman El-Hemûd bang li QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir ku pêwîstî bi tedbîrên ewlehî yên xurt û operasyonên ewlehî yên berfireh hene, da ku ji nû ve ewlehiya kampan were dîsplînkirin.

Şêx Besman El-Hemûd wiha got: "Divê operasyonên ewlehî yên berfirehê li kampê û herêmê pêk werin, her wiha divê çavdêriya li ketina kampê xurtir bibe û alavên ku rojane dikevin kampê û rêxistinên dikevin kampê jî werin kontrolkirin."

El-Hemûd da zanîn ku divê kon ji hev werin cudakirin û dabeşî beşên biçûk bibin, da ku were kontrolkirin û got: "Ev tedbîrên navborî divê bi lez pêk werin, da ku pêşî ji van kiryaran re were girtin, herêma Holê were aram bibe, da ku şêniyên herêmê rihet û bêtir bibin."

Rûspiyê eşîra Xewatina, Şêx Îbrahîm Mihemed Mihemed da zanîn ku divê operasyonên ewlehî yên berfireh li kampê werin destpêkirin û çavdêrî li ser gund û herêmên derdorê zêde bibin, da ku rê li ber êrişên li dijî koçberên sûrî, penaberên iraqî û her kesê hewl didin xwe ji fikireya tundraw a DAIŞ’iyan rizgar bike, werin girtin.

Şêxê eşîra Xewatina Besman El-Hemûd destnîşan kir ku pêwîst e Koalîsyona Navneteweyî li kêlek hêzên ewlehî û QSD’ê bi berpirsiyariya xwe rabin, da ku pêşî li van buyer û kiryaran bigirin û wiha pê de çû: "Koalîsyona Navneteweyî di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de şirîk e û divê rola wê bi rêya piştevaniyê mezin be."

El-Hemûd axivî ku divê QSD û hêzên ewlehî berpirsiyariya xwe li hember kampan bi alav û amûrên teknolîjiyê yên pêşketî li gel alavên leşkerî zêde bikin, da ku rê li ber van êrişan bigirin, ji wan alavan jî amûrên guhdanê, firokeyên keşfê, kamereyên çavdêriyê yên pêşketî, amûrên ragihandinê û rêbazên peywendiyan.

Şêxê eşîra Xewatina bang li şêniyên herêmê, şêxên eşîr û rûspiyên herêmê kir ku roleke sereke di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê û şaneyên wê de bilîzin û ji çi tevgerên biyanî li herêmê hişyar bin û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Divê her kes erkên xwe bi cih bînin û çi tevgerên bigûman aliyên peywendîdar hişyar bikin, da ku rê li ber hewldanên xirabkirina ewlehiya herêmê were girtin."

(fr)

ANHA