Bernameya Mihrîcana Şehîd Yekta Herekol hate eşkerekirin

Komîteya Amadekar a Mihrîcana Şehîd Yekta Herekol a Şanoyê ya 5`emîn  bernameya ku dê sibe dest pê bike, eşkere kir.

Bernameya Mihrîcana Şehîd Yekta Herekol hate eşkerekirin
26 adar, 2021   06:11
QAMIŞLO-YARA MIHEMED

Bi sponserya Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê û bi dirûşmeya "Qêrîna Waşûkanî" li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li bajarê Qamişloyê, Mihrîcana Şehîd Yekta Herekol a Şanoyê ya 5`emîn a 2021`ê dest pê dike.

Komîteya amadekar a mihrîcanê ku ji 4 endaman pêk tê, piştî kar û xebateke dem dirêj, komîteya şopandinê ya hilbijartina û komîteya nirxandinê ava kirin.

Komîteya Amadekar a Mihrîcana Şehîd Yekta Herekol a Şanoyê ya 5`emîn bernameya mihrîcanê eşkere kir û da zanîn ku ji 9 şanoyan pêk tê, dê 27`ê vê mehê dest pê bike û heta 6`ê Nîsana bê berdewam bike. Çalakiyên mihrîcanê dê bi helbestên der barê qêrîna Waşûkanî, xwendina nameyên hunermendên li derveyî welat, stran û pêşangeha wêneyên ji Fakulteya Hunerên Bedew a zanîngeha Rojava dest pê bike.

Li gorî komîteyê bernameya mîhrîcanê wiha ye:

28`ê Adarê Koma Şano ya Reqayê, dê şanoya bi navê "Gula Sor liyaqî General e" pêşkêş bike.

29`ê mehê Koma Ava Mezin a navçeya Dêrikê ya Şanoyê dê şanoya bi navê "Qerdik û Qeşmer" pêşkêş bike.

30`ê mehê Koma Jiyan dê şanoyeke bi navê "Derî" pêşkêş bike.

31`ê mehê Koma Til Koçer a Şanoyê dê şanoya bi navê "Madeya Sêyem" pêşkêş bike.

1`ê Nîsanê dê Koma Tiyatiro Sara Baran şanoyeke bi navê "Aştî di baskên civîkan de ye" pêşkêş bike.

2`yê Nîsanê Koma Serdemê dê şanoya bi navê "Venasîn" pêşkêş bike.

3'yê Nîsanê Koma Lênûnê  ya şanoyê, şanoyeke bi navê "Giyayên Şewitî" pêşkêş  bike.

4'ê Nîsanê Koma Tolhildan dê şanoyekê bi navê "Qêrîn" pêşkêş  bike.

5`ê Nîsanê koma Şehîd Hêvî dê şanoyekê bi navê "Qayimmeqamê Nû" pêşkêş bike.

Endamê Komîteya Amadekar a Mihrîcana Şehîd Yekta Herekol a Şanoyê Ednan Mistefa axivî û got amadekariyên mihrîcanê gihaştiye qonaxên xwe yên dawî. Ednan Mistefa destnîşa kir ku bernameya mihrîcanê ji hin stran û pêşangeha tabloyan pêk tê.

Ednan Mistefa ev yek lê zêde kir: "Di mihrîcanê de dê tenê 9 şano werin pêşkêşkirin, ji ber ku gelek kom ku ji Sûriyê û derveyî wê ji ber vîrusa koronayê lêborîn xwestin ku nikarin beşdar bibin."

Ednan Mistefa diyar kir ku cihêwaziya vê salê ji salên dîtir ew e ku peyasên xwedî boneyên taybet digire nava xwe, da ku nameyên çandî û zanistî ragihînin.

Têkildarî lîsteya kesên vexwendî mihrîcanê bûne, Mistefa got vexwendin ji hemû saziyên Rêveberiya Xweser re hatine şandin û belavok jî li welatiyan hate belavkirin ku beşdar bibin.

Tê payîn ku koma şanoyekê ji derve were da ku şanoyeke yekkesî pêşkêş bike, lê ev nakeve nava 9 şanoyên sereke.

Gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê beşdarî mihrîcanê bibin.

Bernameya mihrîcanê dê li navenda Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo be û saet 15:00'an dest pê bike.

 (eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/SFSWrhqOPOk" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>