Hilbijartinên Îsraîlê bêyî encam bi dawî bûn

Dezgehên çapemeniyê yên Îsraîlê eşkere kir ku encamên dawî yên hilbijartinên Kineeset a Îsraîlê bêyî tu alî ne ji alîgirên partiya rastgir, ne jî navîn ne jî çepgir bi ser keve bi dawî bûn û encam tenê 61 danişt li Kineesetê hatin komkirin. Ev jê tê wateya ku her du partî ji bilî hevalbendiya bi partiyên dîtir re nikarin tu hikumetekê ava bikin.

Hilbijartinên Îsraîlê bêyî encam bi dawî bûn
25 adar, 2021   21:17
XEZA

Piştî du rojan ji lidarxistina hilbijartinan, komîteya hilbijartinan a Îsraîlê ragihand ku bloka Rastgir a bi serkêşiya Natanyahu li cem 95 kursiyan sekinî, lê bi şertê ku garantiya lihevkirina bi serokê rastgir yê nû re Naftali Bennett were  dabînkirin, di heman demê de bloka Navîn û Çepgir jî yan wekî tê naskirin bloka Guhatinê 57 kursî bi dest xist, ev jî bêyî Partiya Lîsteya Erebî ya Yekgirtî ku Mensûr Ebas serkêşiya wê dike û gihaşt 4 kursiyan, dikare biryar bide bê ka tev li kîjan partiyên bi hêz bibe û derfeta damezrandina hikumetê bide.

Li gorî encaman Likud 30 kursî bi dest xist, dûvre partiyek bi serokatiya Yair Lapid heye ku 17 kursî bi dest xist, Şaş 9 kursî, Şîn û Spî yên bi serokatiya Benny Gantz 8 kursî, Yahût Hetorawa 7 û Partiya Biyênît 7 kursî û Partiya Kar jî 7 kursî û Îsraîlê Mala me ye ya bi serokatiya  Avigdor Lieberman jî 7 kursî û  Siyonîzma Dînî ya bi serokatiya Bezalel Smotrich 6 kursî bi dest xist û lîsteya erebî ya hevebeş jî 6 kursî bi dest xist û Emel Cedîd a bi serokatiya Cedûn Sair 6 kursî bi dest xist û Mensûr Ebas 4 kursî bi dest xistin.

Komîteyê destnîşan kir ku rêjeya dengdanê ya dawî ji sedî 67,4 bû, lê ji eslê 6, 578, 084 tenê 4, 435, 805 dikarin dengê xwe bidin.

(eh)