Yewnanistan: Dijminatiya Tirkiyê berdewam e

Serokwezîrê Yewnanistanê Kyriakos Mitsotakis îro "êrişên" dewleta Tirk ên bênavber şermezar kirin, ev yek îşev, beriya lidarxistina lûtkeya YE’yê pêk hat, dê di lûtkeyê de serokên dewletên endam têkiliyên bi Enqereyê re nîqaş bikin.

Yewnanistan: Dijminatiya Tirkiyê berdewam e
24 adar, 2021   20:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Kyriakos Mitsotakis piştî hevdîtina bi serokê qibisî Nikos Anastasiades re ya li Athenayê got dijminatiya dewleta Tirk a li dijî Komara Qibrisê berdewam e û dibe sedema qelsbûna proseya(temamkirinê) ya Enqereyê bi Ewropayê û lidarxistina danûstandinên li ser pirsgirêka Qibirsê re.

Tê payîn ku serokên 27 dewletên endam, sibe gelek mijaran nîqaş bikin, jê jî têkiliyên bi Enqereyê re.

(eh)