Îtalya: Tirkiyê pêngaveke xeternak ber bi şûnde ve avêt

Serokwezîrê Îtalyayê Mario Draghî vekişîna dewleta Tirk ji Peymana Stenbolê ya parastina jinan ji tundiyê bi "pêngaveke xeternak ber bi şûnde avêt" ve wesifand.

Îtalya: Tirkiyê pêngaveke xeternak ber bi şûnde ve avêt
24 adar, 2021   20:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa AKI îşev piştrast kir ku Mario Draghî da zanîn divê YE’yê pêşniyarên cidî ji bo rojeva xebatên erênî bi Enqereyê re pêşkêş bike.

Mario Draghî îşev di xîtaba li pêş Senatoya Îtalyayê ya beriya lidarxistian lûtekya YE’yê de wiha got: "Min du bi rêya telefûnê bi serokkomarê Tirkiyê Erdogan re li ser girîngiya dûrketina ji însiyatîfên exlaqî û pêwîstiya rêzgirtina mafên mirovan nîqaş kir. Vekişîna Tirkiyê ji Peymana Stenbolê pêngaveke xeternak ber bi şûnde ve ye. Parastina jinan ji tundiyê û bi giştî parastina mafên mirovan li tevahî welatan nirxekî ewropî ya bingehîn e. Ez dikarim bibêjim jî; nasnameya YE’yê ye."

Draghî wiha bi dawî kir: "Em ê di lûtkeya YE’yê de rewşa rojhilatê Deryaya Spî nîqaş bikin, ew jî şansek e ji bo nirxandina têkiliyên di navbera YE’yê û dewleta Tirk de ye. Dê YE’yê xwedî li biryara taybet bi têkiliyên di navbera YE’yê û Enqereyê de derkeve. Ew biryar jî nûnerê payebilind Josep Borrell piştî encamên civîna YE’yê ya di Kanûna 2020’an de pêşkêş kiribû."

(fr)