Hêzên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê alaveke dagirkeriyê li gundê Erbeîn rûxand

Hêzên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê alaveke kolanê ya dewleta Tirk a dagirker li gundê Erbeîn ê Til Temirê rûxand û 4 çete li başûrê rojavayê Til Temirê birîndar kirin.

Hêzên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê alaveke dagirkeriyê li gundê Erbeîn rûxand
24 adar, 2021   21:51
HESEKÊ

Çavkaniyên ji herêmê li ser zimanê çavkaniyên leşkerî yên taybet bi Hêzên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê daxuyand ku wan alaveke kolanê (bagir) ya dewleta Tirk a dagirker li gundê Erbeîn ê bakurê rojavayê navçeya Til Temirê li ser rêya M4 rûxand.

Çavkaniyan diyar kir ku hêzên wan saet 8’ê vê êvarê de alava kolanê rûxand û di encamê de 4 çete jî birîndar bûn.

Li gorî çavkaniyan, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê xendekan li gundên di bin kontorla wan de dikolin û baregehên nû li herêmê ava dikin.

(fr)

ANHA