Îsraîlê nuqteyên li Xezayê kirin hedef

Balafirên şer ên Îsraîlê gelek baregehên li Xezayê bombebaran kirin, ev êriş piştî ku Xeza  bi mûşekekê bajarê Biir El-Sebie ê başûrê Îsraîlê kir hedef, pêk hat.

Îsraîlê nuqteyên li Xezayê kirin hedef
24 adar, 2021   10:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa "Mea" ya Filîstînî ragihand ku helîkopterên Îsraîlê nûqteyên tevgra Hemas a başûr rojavayê Xeza bi 5 mûşekan kir hedef, her wiha gelek ziyan gihaşt baregehan.  

Her wiha balafirên şer ên Îsraîlê nûqteyên tevgera Hemas a rojhilatê Dêr El-Beleh a navenda Xeza, hedef girt.

Her wiha nûçegihanê me ji Xeza ragihand ku duh di dema ku Benjamin Netanyahu serdana bajarê Xezayê kir de, bajarê Biir El-Sebie ya başûrê Îsraîlê, ji aliyê Xezayê ve bi mûşekekê hat hedef gitin.

(dx)

ANHA