Li wîlayeta Colorado ya Amerîkayê 10 kes hatin kuştin

Li bajarê Boulder yê wîlayeta Colorado ya Amerîkayê, di encama êrişeke çekdarî de yek jê polîs 10 kes hatin kuştin.

Li wîlayeta Colorado ya Amerîkayê 10 kes hatin kuştin
23 adar, 2021   07:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Boulder a swîlayeta Colorado ya Emerîkayê li ser supermarketekê êrişeke çekdarî pêk hat. Polîsên ku çûn cihê bûyerê jî bûn hedefa êrişkar. Di encama gulebaranê de yek jê polîs 10 kes hatin kuştin.

Li gorî daxuyaniya polîsan êrişkar bi birîndarî hate binçavkirin û di derbarê bûyerê de lêpirsînê destpê kir.

Têkildarî nasnameya êrişkar hîn tu agahî nehatine parvekirin.

Berdevka Koşka Spî Jen Psakî li ser hesabê xwe yê twitterê ragihand ku Serokê DYA’yê Joe Biden ji bûyerê hatiye agahdarkirin.