Rojnameyên erebî: Ruxmî têkçûna beriya du salan, lê hîna jî DAIŞ êrişan pêk tîne

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa têkçûna DAIŞ`ê ya beriya du salan li ser destê Hêzên Sûriya Demokratîk, aloziya Lubnanê û aloziya bendava Nehdayê kir.

Rojnameyên erebî: Ruxmî têkçûna beriya du salan, lê hîna jî DAIŞ êrişan pêk tîne
23 adar, 2021   07:55
NAVENDA NÛÇEYAN

 ‘PIŞTÎ TÊKÇÛNÊ DAIŞ BÊDENG BÛYE Û ÊRIŞÊN XWEKUJÎ KÊM BÛNE’

Têkildarî rewşa Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat behsa têkçûna DAIŞ`ê li Baxozê kir û wiha nivîsî: “Wekî vê rojê beriya du salan, DAIŞ`ê bajarokê Baxozê ji dest da, ku cihê wî yê herî dawî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû. Li gorî şopandina Şerq El-Ewsat, herêmên ku DAIŞ`ê ji 2014`an ve li ser sînorê Sûriyê-Iraqê xistibûn bin serweriya xwe ji dest dan û di Adara 2019`an de tenê bajaroekekî biçûk li ser qiraxê çemê Firatê di destê wê de ma. Hin endamên DAIŞ`ê xwe radest kirine, hinek din jî şer kirin. Lê ew di aliyê cografî de têk çûn..”

Rojnameyê wiha dewam kir: “Piştî çend mehan ji têkçûna DAIŞ`ê, wê derbeyek din xwar. Di Cotmeha 2019`an de, hêzên komandos ên Amerîkayê li dijî cihê ku serçeteyê DAIŞ`ê Ebû Bekir El-Bexdadî xwe tê de veşartibû yê li rojavayê Sûriyê, operasyonek pêk anî. DAIŞ`ê serokekî nû bi navê Ebû Îbrahîm El-Haşimî El-Qureşî ji xwe re hilbijart.”

Piştî têkçûnê, êrişên “gurên ferdî naku kesên xwekuj” roj bi roj kêm bûn, lê belê “şaneyên veşartî” hîna jî li çolistana Sûriyê û li Kampa Holê ya rojhilatê Firatê ku bi hezaran DAIŞ`iyên biyanî û Ereb dihewîne, êrişan pêk bînin. “

 ‘EL-HERÎRÎ HEWLDANA EWN A PÊKANÎNA DARBEYÊ TÊK BIR’

Rojnameya El-Ereb jî têkildarî rewşa Lubnanê wiha nivîsî: “Piştî binketina civîna koşka Biebide ya di navbera serokê komarê Mîşêl Ewn û serokwerzîrê erkdarkirî Seed El-Herîrî de ya derbarê dosyaya avakirina hikumet nû de ku ji Tebaxa borî ve tê astengkirin, aloziya siyasî li Lubanê derbasî rêgehek nû bû.

Derdorên siyasî yên xwedî agahî, hevdîtina duh a 18`emîn di navbera her du serokan de wekî kişandina El-Herîrî, asêkirina wî di guncik de û ferzkirina ajandeyeke darbeyê, hesibandin. Lê belê El-Herîrî serî ji siyaseta ferzkirina rewşa defacto re ya ji aliyê serok Ewn û hevbeniya wî ya siyasî ve, netewand.”

 ‘SÛDAN Û MISIRÊ, ÎSRARA ETIYOPYA YA TIJÎKIRINA BENDAVA NEHDAYÊ RED KIRIN’

Rojnameya El-Beyan jî di hejmara xwe ya îro de behsa aloziya bendava Nehdayê kir û wiha got: “Wezîrê Avê û û Avdanê yê Misirê Dr. Mihemed Ebid El-Atî eşkere kir ku bendava Nehda ya Etiyopyayê û bandora wê li ava çemê Nîl, di dema niha de astengiyeke mezin e li pêş Misirê.

Wezîrê Avdanê yê Sûdanê Yasir Ebbas jî duh bang li Etiyopyayê kiribû ku navbeynkariya çaralî qebûl bike, da ku bigihêjin peymaneke adil û qanûnî der barê bendavê de ku her sê welat jê razî bin.”

(cx)