Şêniyên Seyda: Garantorê rûsî em xapandin

Jinên gundê Seyda yê Eyn Îsayê got: "Rûsya ya ku bûye garantorê vegera me li gundê me, em xapandin û em bi gulebarandin û topbaranên domdar ên dewelat Tirk a dagirker re rû bi bû hiştin."

Şêniyên Seyda: Garantorê rûsî em xapandin
23 adar, 2021   08:31
EYN ÎSA

Şêniyên gundên Seyda û Mielek ên li bejahiya Eyn Îsa ya li ser eniyên şer ku Rûsyayê garantiya vegera wan ji gundên wan re li xwe girtiye, li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bêdeng e.

Ji şêniya gundê Seyda Xewd Mihemed El-Hemed wiha got: "Em di saet 12’an nîvro ji roja înê ji pêşiya baregeha Rûsyayê ya li Eyn Îsayê li erebeyan siwar bûn û hinek erebeyên garantorê Rûsyayê ketin pêşiya me û em ber bi gund ve çûn, lê erebe li ser rêya M4 rawestiyan û rê temam nekirin."

Xewd Mihemed El-Hemed wiha domand: "Em li erebeya ku 2 kes tê de bûn, siwar bûn, piştre dewleta Tirk a dagirker gund bi topban hedef girt û gule yekser li erebeya me reşandin û piştre em vegeriyan. Me wê demê zanî ku garantorê rûsî em xapandin û em bi çarenûsa guleyên dagirkeriya Tirk re rû bi rû hiştin."

Girêdayî mijarê, Zexîre Xelîl wiha got: "Tevahî dewlet êdî bazirganiyê bi gelê Sûriyê dikin. Em bi vegera li gund kêfxweş bûn, lê kêfxweşiya me temam nebû, me nizanî ku garantorê rûsî bazariyê bi me dike û ji bo ku em bi mirinê rû bi rû bimînin, şandine."

QSD‛ê di rojên borî de bersiva hewldana derbasbûna artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li gundê Seyda bi hewldana serweriya li ser rêya M4, têk bir, li aliyekî din jî di encama topbaranên bêserûber ên dewleta Tirk li derdora navçeya Eyn Îsa û gundewarê wê, zarokek ji gundê Hedriyat hate qetilkirin û 4 sivîl jî birîndar bûn.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/OgbHtm6nITc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>