​​​​​​​Li rojhilatê Dêrazorê  nexweşxaneyek hate vekirin

Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê "Nexweşxaneya Giştî ya Firatê " li bajarê Ebû Hemam vekir.

​​​​​​​Li rojhilatê Dêrazorê  nexweşxaneyek hate vekirin
​​​​​​​Li rojhilatê Dêrazorê  nexweşxaneyek hate vekirin
​​​​​​​Li rojhilatê Dêrazorê  nexweşxaneyek hate vekirin
​​​​​​​Li rojhilatê Dêrazorê  nexweşxaneyek hate vekirin
18 adar, 2021   20:09
DÊRAZOR

Di merasîma vekirinê de, hevserokê Meclisa Sivîl a Dêrazorê, şandeyek ji Koalîsyona Navneteweyî, komek ji kadroyên tenduristî, rûspî, şêxên eşîran û girseya şêniyan amade bûn.

Piştî axaftina destpêkirinê, balyozê amerîkî David Braun Stein, Hevserokê Meclisa Sivîl a Dêrazorê Dr.Xesan Yûsif û Gerînendeyê Komîteya Tenduristiyê ya xeta rojhilat Mihemed Yûsiv axivîn.

Kesên axivîn, vekirina nexweşxaneyê li şêniyên herêmê pîroz kir û gotin, dê piştevaniya nexweşxaneyê berdewam bikin, rewşa navendên tenduristiyê baş bikin û alîkariya guncaw ji nexweşên li xeta rojhilat re pêşkêş bikin.

Dûvre koma Zarokên Firatê gelek huner û şano pêşkêş kirin, her wiha balyozê amerîkî David Braun Stein deriyê nexweşxaneyê vekir û ragihand ku Nexweşxaneya Giştî ya Firatê di pratîkê de ye.

Piştre beşdaran li nava beşên nexweşxaneyê gerîn.

Nexweşxaneya Firatê ya li Ebû Hemamê, nexweşxaneya giştî ya yekemîn ve ku li xeta rojhilatê Dêrazorê hatiye vekirin.

(fr)

ANHA